Hatîmogûllari: Kuştina Ahmet Gun cînayeteke siyasî ye 2023-12-14 12:47:29 ŞIRNEX - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari çû serdana şîna Ahmet Gun ku ji hêla cerdevanan ve hatibû qetilkirin. Hatîmogûllari, kuştina Gun weke cînayeteke siyasî pênase kir û got: “Divê ku tu kes nekeve nava hewldanên berevajîkirina bûyerê.”   Şandeya ku ji Hevseroka Giştî ya Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM) Tûlay Hatîmogullari, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Parlamenterên DEM Partiyê yên Şirnexê Newroz Uysal Aslan, Zekî Îrmez, endamên û rêveberên rêxistinên DBP û DEM Partiyê yên navçeyên Şirnexê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) û endamên Meclisa Dayikên Aştiyê pêk dihat, beşdarî merasîma sersaxiyê ya rêveberê DEM Partiyê yê Sêgirkê Ahmet Gun bûn ku ji aliyê cerdevanan ve hatibû qetilkirin. Di sersaxiyê de wêneyê Ahmet Gun hate hilgirtin û dirûşma “Şehîd Namirin” hat berzkirin.    Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di şînê de axivî û sersaxî ji malbatê re xwest. Hatîmogûllari, diyar kir ku Ehmed Gun şoreşgereke kurd bû û wiha domand: “Em îro di şîna hevrêyê xwe Ahmet Gun de ne. Êşa me mezin e. Hêrsa me pir zêde ye. Ev, cînayeteke siyasî ye. Serê gelê me sax be. Ahmet heval welatparêzek, kedkarek, şoreşger û hevaleke têkoşer bû. Wî bi şev û roj li vir ji bo gelê xwe ked û xebat dikir. Herkesê ku em jê dipirsin ji me re behsa, keda wî, îrade û tekoşîn û dilsoziya wî dike. Sedema sereke ya qetilkirina hevrêyê me Ahmet jî ev e.”    ‘RASTE RAST CÎNAYETEKE SIYASÎ YE’    Hatîmogûllari, bi lêv kir ku kiryar hêzên dewletê yên çekdar in û wiha pê de çû: “Di van 40 salan de dewletê ji bo ku serî bi me bide tewandin gelek rêbaz ceriband. Pergala cerdevaniyê li her derê belav kirin. Bi taybetî li Kurdistanê hêzên xwe yên kontra bicih kirin. Ev kontra li dijî welatparezên kurd hatin birêxistinkirin. Ev raste rast cînayeteke siyasi ye. Bila kesek xwe newestîne û nekeve nav hewlên cuda û bûyerê berovajî bike. Dilê me dişewite.”     ‘EM Ê SERÊ XWE NETEWÎNIN’    Hatîmogûllari, herî dawî jî wiha got: “Provakasyon heye. Ev hêzên kontra yên ku hatine biçekkirin dê nekarin serî bi gelê me bidin tewandin. Îro ev kontra bi taybetî li bajarên ser sînoran disekinin û tevahiya karên qirêjî yên weke tiryak, bazirganiya jinê û hwd. bi wan didin kirin. Weke qetilkirina hevalê me Ehmed, dixwazin pêşiya van komkujiyan vekin. Lê me tu caran serê xwe netewand û em ê netewînin. Em ê vê têkoşîna xwe ya ku 40 sal in didome berdewam bikin. Bila nebêjin ku dê ji gelê kurd gav paşve biavêje. Roboskê weke duh di bîra me de ye. Em ê wan darbestên zarokan jibîr nekin. Ew hişmendiya ku êşa komkujiya Robosk bi me da kişandin, hevalê me Ehmed jî qetil kirin. Em ê li her deveran bînin ziman û bibêjin ku ev bûyer encama vê hişmendiyê ye.”