Hatîmogûllari: Dixwazin kurdan tune bikin 2023-12-14 16:08:27   ŞIRNEX - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di salvegera qedexeyên derketina derve yên Cizîrê de axivî û wiha got: “Heman erdheja li Hatay, Mereş û Meletiyê çêbûy, bi destê hêzên ewlekariyê li vir hate kirin. Xwestin kurdan tune bikin lê tune nebûn.”   Bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, bi boneya salvegera qedexeya derketina kolanan a Cizîr a Şirnexê ku di 14’ê kanûna 2015’an de hatibû ragihandin û 79 rojan berdewam kiribû, daxuyanî hate dayîn. Daxuyanî, li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya Cizîrê hate dayîn û gelek kes tev li bûn.    Di daxuyaniyê de bi zimanên kurdî û tirkî pankara “Em qedexe û qirkirina di 14’ê kanûna 2015’an de li Cizîrê li dijî gelê me hatiye kirin şermezar û lanet dikin” hate vekirin.    Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di daxuyaniyê de axivî û b bîr xist ku li welêt gelek caran OHAL hatiye ragihandin. Hatîmogûllari, axaftina xwe wiha domand: “Di OHAL’a dawî de xelkê me bi hefteyan di dorpêçê de ma û gelek canên me jiyana xwe ji dest dan. Ev der veguherandin qada şer. Bi dehhezaran leşkeran li vir weke ku biçin şer operasyon li dar xistin. Li jêrzemînan wehşetek hate kirin. Li Cizîrê û bajarên din wehşeteke ku di dîroka cîhanê de nayê jibîrkirin, hate kirin. Kurdistan veguherandin qada şer.    WE BI DESTÊ HÊZÊN EWLEKARIYÊ TUNE KIR   Ez hevaleke we me ku li herêmên erdhejê dijîm. Heman erdheja li Hatay, Mereş û Meletiyê li vir bi destê hêzên ewlekariyê hate kirin. Em vê wehşetê qebûl nakin. Li wan jêrzemînan mirovahî hate qetilkirin. We xwest kurdan tune bikin lê we nekarî. Di encama van êrişên hovane de kurdan serî netewandin û nîşan dan ku dê paşvegavê neavêjin.    MIROVAHÎ DI BIN JÊRZEMÎNAN DE MA    Hevserokê Meclisa Gel a Cizîrê Mehmet Tunç digot; ‘Hem mirov hem jî jiyanên wan di bin jêrzemînan de man.’ Ev gotin, kurtasiya van dorpêçan bû. Têkoşîna wan û gelê kurd didome. Azîza Yural tenduristvan bû lê hate qetilkikrin. Dayika Taybet hate qetilkikrin û cenazeyê wê 7 rojan li erdê ma. Em ê wan ji bîr nekin û wan bi rêzdarî bi bîr tînin. We nehiştin xelk cenazeyên xwe jî defin bikin. We nehişt şîna xwe bigirin. Hûn ewqas bêwijdan bûn ku cenazeyê Cemîleyê di sarincê de hate girtin.  Tu ferqa vê zîhniyeta ku ev êş bi serê gelê kurd anî û zîhniyeta îro li Xezeyê heman tiştan dike nîne. Dê têkoşîna me ya li dijî vê zîhniyetê heta dawiyê bidome. Serkeftin dê ya gelê kurd be.”