Bertek nîşanî Wezîrê Perwerdehiyê da û Kovara Jineolojiyê dayê 2023-12-17 19:33:36   ENQERE - Parlamentera DEM Partiyê Ceylan Akça Cûpolo bal kişand ser xebatên jineolojiyê yên li ser axa Rêveberiya Xweser tên kirin û anî ziman ku li herêma hatiye dagirkirin polîtîkayên bişaftinê di dewrê de ne. Cuppolo Kovara Jineolojiyê da Wezîrê Perwerdehiyê Yûsûf Tekîn.    Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ceylan Akça Cupolo li Meclîsê der barê budçeyên Wezareta Xizmetên Civakî û Malbatê û Wezareta Perwerdê ku hatin nîqaşkirin de mafê axaftinê wergirt.   Cupolo di dema axaftina xwe de bal kişand ser çeteyên ku axa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagirkirine û têkiliyên wan ên bi Tirkiyeyê re û diyar kir ku zimanê zanîngehên li vir hatine vekirin bi tirkî ne. Cupolo ev zanîngeh weke “zanîngehên asîmlasyonê" pênase kirin û diyar kir ku hemû xwendekarên zanîngehê û akademîsyen zilam in û got ku li cihên ku Rêveberiya Xweser lê heye xebatên Jineolojiyê tên kirin.   KOVARA JINEOLOJIYÊ DAYÊ    Cûpolo piştî axaftina xwe qedand got ku dê Kovara Jineolojiyê bide Wezîrê Perwerdehiyê Yûsûf Tekîn û wiha got: “Belku ji lêkolînên jineolojiyê îlhamê bigire û li Zanîngehên Tirkiyeyê jî dest bi pêngaveke wiha bike.” Cupolo piştî axaftina xwe qedand Kovara Jineolojiyê da wezîr.