Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê: Hey bêwijdanîno dê çavê me li ser we be 2023-12-20 16:52:25 ENQERE - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan bertek nîşanî veguhestina hilbijêran dan û wiha gotin: “Pisûlaya we hîle ye, nelirêtî ye. Ya me jî gel e. Hey bêwijdanîno dê çavê me li ser we be.”    Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal bertek nîşanî veguhestina qeydên polîs û leşkeran li bajarên bakurê Kurdistanê dan.    HATÎMOGÛLLARI: HETA DENG BI MIRIYAN JÎ DAN AVÊTIN    Hatîmogûllari li ser hesaba xwe ya X’ê ev agahî parve kir: “Îktîdara ku talîmata ‘bi miriyan jî deng bidin avêtin’ dest bi rêya xwe kirî, niha jî hewl dide bi hilbijêrên gerok vîna gelê kurd xesp bike. Heke em hîleyên van bidin ber hev, dê ji vir heta fîzanê rê çêbibe. Dixwazim tenê çendek mînakan bidim;    *Di hilbijartinên meha gulanê de li vê navnîşana ku weke Şaxa Midûriyeta Tevgera Taybet a Midûriyeta Emniyetê ya Sêrtê xuya dike tenê 7 hilbijêr hebûn. Lê ji sedî %28314,29 zêde bûye û ev hejmar bûye 1.989 hilbijêr.    *Di hilbijartinên gulana 2023’yan de li qada leşkerî ya Şirnexê hejmara hilbijêran 752 bû lê ev hejmar ji sedî %692 zêde bûye û hejmara hilbijêran bûye 5.956. Ji qeydên van hilbijêran yên 4.368’an qeydên nû ne û yek ji wan jî şirnexê nîne.    *Her wiha di hilbijartinên gulanê de cihê ku weke mala polîsan xuya dikir a Şirnexê de tenê 14 hilbijêr xuya dikirin lê ev hejmar ji sedî %3514 zêde bûye û hejmara hilbijêran bûye 506. Ji van 506’an tenê ji sedî 10’an jê hilbijêrên navenda Şirnexê ne.    *Di hilbijartinên gulana 2023’yan de cihê ku weke mala artêşê ya Qersê xuya dikir tenê 13 hilbijêr xuya dikirin lê ev hejmar ji sedî %23015,38 zêde bûye û hejmara hilbijêran bûye 3.005 kes û ji van tenê 10 jê di hilbijartinên berê de hilbijêrên navenda Qersê ne.    *Ev yek nîşan dide ku burokrasiya emniyet, cendirme û ewlekariyê seferber kirine û li dijî gelê kurd û vîna wan bi hiqûqa dijminatiyê nêz dibin.    *Em ê li dijî vê bêhiqûqtiyê mafê gel biparêzin. Ji bo ku cih nedin yek hilbijêrekî gumanbar, em ê îtîrazê bikin.    *Hûn ji bo dizîna vîna gel hîleyên xwe bidomînin. Em di dilê gel de ne, dê li hemberî we serî netewînin û bi ser kevin.”    BAKIRHAN: DÊ ÇAVÊ ME LI SER WE BE   Bakirhan jî li ser hesaba xwe ya X’ê peyamek parve kir. Bakirhan, wiha got: “Îktîdara ku hemû derfetên dewletê bi kar tîne û li vîna gel qeyûman tayîn dike lê dîsa jî li bajarên kurdan îflas kiriye, ji niha ve hewl dide bi veguhestina hilbijêran encamekî bi dest bixe.    Hey bêwijdanîno!    *Tenê li maleke Hezexê ku hejmara hilbijêran 5 bû, we hezar û 450 hilbijêr qeyd kirine. Li navnîşana Midûriyeta Emniyetê ya Îdirê we 743 hilbijêr lê zêde kirine. Bi van kiryarên xwe hûn di bêhiqûqtiyê de derketin lûtkeyê.    Hey bêarên bêşerm!    *Li navnîşana ku li Misirc a Sêrtê weke mêvanxane xuya dike û tenê 13 hilbijêr lê xuya dikirin we hezar û 3 hilbijêrên nû lê qeydkirine. Ji van hilbijêran 994’an jê di hilbijartinên berê de li Misircê dengê nedane. Em baş dizanin ku we ev yek li gelek bajar û navçeyên din kiriye. Dê çavê me li ser we be. Ev hîle û nelirêtiye tê wateya diziya îradeyê. Heke wijdana we hebûya niha jizûve tune hişk bûbûya. Heke exlaqê we hebûya niha jizûve biriziya û bêhn jê bihata. Pisûlaya we hîle û nelirêtî ne. Ya me jî gel e! Hûn çi dikin bikin em ê bi ser kevin. Dê gelê me bi ser keve.”