Îdiaya têkildarî Leyla Zana hat derewandin: Dê namzet bi pêşhilbijartinê bên diyarkirin 2023-12-22 13:53:46 ENQERE - Dihat îdiakirin ku DEM Partiyê ji bo Leyla Zanayê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê teklîf kiriye. Ev îdia ji hêla rayedarên partiyê ve hate derewandin. Rayedarên partiyê diyar kirin ku tu teklîf ji Leyla Zana re nekirine û dê namzetên wan bi pêşhilbijartinan bên diyarkirin.  Hat îdiakirin ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) namzetiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê teklîfî Leyla Zana kiriye. Ji duh heta niha ev îdia di raya giştî de tê nîqaşkirin.    Ajansa me jî xwe gihand rayedarên partiyê. Rayedarên partiyên diyar kirin ku wan tu teklîf ji Leyla Zana re nekirine û ev îdia derewandin.    Rayedarên partiyê diyar kirin ku mîna di demên berê de eşkerekirin, dê namzetên li Kurdistanê bi rêya pêşhilbijartinê û Lihevkirina Bajar bên diyarkirin.    Bi domdarî rayedaran destnîşan kirin ku ji bilî modêla hatiye diyarkirin, dê tu rêyên din neyên ceribandin û di vê rewşê de mimkin nîne ku wan teklîf tu kesekî/ê re kiribin.    'NEPÊKANE KU TEKLÎF JI KESEKÎ RE HATIBE KIRIN’    Rayedarên partiyê gotin ku divê bernamzet serî li Komîsyona Hilbijartinê ya Bajar bidin û bi vî awayî dikarin bikevin pêşhilbijartinê. Rayedaran got ku dê navenda partiyê bi tu awayî mudaxileyî serlêdanan neke, dê li gorî encamên pêşhilbijartinê tevbigerin û dê ji vê biryara xwe jî venegerin.     MA / Mehmet Aslan