Atici yê CHP’î: Di tura duyemîn de pêdivî bi dengên HDP’ê heye 2018-05-06 09:05:59   MÊRSÎN – Parlamenterê CHP’ê yê Mêrsînê Aytug Atici diyar kir ku tifaqa AKP, MHP û BBP’ê ava kirin dê bi ser nekeve û got: “Bi taybetî divê Partiya Îyî li hember HDP’ê zimanek baldar bikar bîne. Partiya Îyî dibe ku bimîne tura duyemîn. Wê demê dikar bêje pêdiviya min bi dengê HDP’ê nîne?”    Parlamenterê CHP’ê yê Mêrsînê Aytug Atici pêvajoya hilbijartinê û tifaqan nirxand. Atici destnîşan kir ku ji ber qeyranên aborî, civakî û siyasî êdî AKP nikaribû welat birêve bibe û ji ber vê yekê serî li hilbijartina pêşwext da û li Tirkiyeyê beriya hemû qeyranan aborî tê.    'AKP NE BI HÊZ E’    Atici da zanîn ku ew ê serê siba 25’ê hezîranê bi welatek nipînû ji xewê rabin û got: “AKP 16 sal zordestiyê dike û malê li xelkê xera kir. Diziyê û talanê dike. Hemû derfetên dewletê bikar anî. AKP ne bi hêz e. Heke bi hêzbûya dê bi MHP’ê re tifaqa ava nekira. Pir aşkere dide xuyakirin ku pêdiviya wê bi MHP’ê heye. Pêdivî bi BBP’ê ya ku dengê wê di bin ji sedî yekê de ye jî heye. AKP aciz bûye û nizane çi bike. Gelê Tirkiyeyê dît ku êdî AKP nikare welat birêve bibe.”    ‘DI TURA DUYEM DE PÊDIVÎ BI DENGÊN HDP’Ê HEYE’    diyar kir ku tifaqa AKP, MHP û BBP’ê ava kirin dê bi ser nekeve û got: “Bi taybetî divê Partiya Îyî li hember HDP’ê zimanek baldar bikar bîne. Partiya Îyî dibe ku bimîne tura duyemîn. Wê demê dikar bêje pêdiviya min bi dengê HDP’ê nîne? Qirîza aborî li ser gelan bandorek neyînî dike. Ez hêvîdarim dê HDP jî di tifaqê de cih bigire.”