Demîrtaş: Surprîza vê hilbijartinê HDP ye 2018-05-07 13:07:35   NAVENDA NÛÇAYAN – Namzetê Serokomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş got: “Surprîza vê hilbijartinê HDP ye. Namzetê çep ez bi tenê me.” Demîrtaş ji bo tûra duyemîn bang li Înce, Akşener û Karamollaoglu kir ku wî destek bikin.    Namzetê Serokomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê girtî bi riya parêzerên xwe bersiva pirsên BBC Tirkî da. Demîrtaş têkildarî pirsa ji ber girtiye dê çawa kampanyaya hilbijartinê birêve bibe bersiva da û got: “Liv ir derfetên min nîn. Derfetek pir hindik heye. Tenê bi riya parêzer û postayê dikarim peyam bişînim derve. Mixabin ev jî girêdayî rêveberiya girtîgehê ne. Lê bes li ser navê min dê HDP û bi milyonan hevalên min ên dildarên ciwan vê kampanyayê bidin ser milê xwe. Serokomarê heyî hemû derfetên dewletê û meydanan bikar tîne û kampanya xwe birêve dibe. Ez li vir bi derfetên sifir bi baweriya ciwan û jinan kampanyayê birêve dibim. Li gel vê yekê jî ez xwe bi şans hîs dikim. Çunkî dê hêza gel zordestiyê têk bibe.”    ‘DEMOKRASÎ, ABORÎ, EDALET, WEKHEVÎ Û AŞTÎ’    Demîrtaş da zanîn ku ew ê di kampanyaya hilbijartinê de mijarên mîna demokrasî, aborî, edalet, wekhevî û aştiyê derbixe pêş û wiha got: “Çunkî niha li Tirkiyeyê qeyrana van hemû sernavan pêk tê. Ji bo em van hemûyan pêk bînin, divê em bi şev û roj bixebitin.”    ‘SURPRÎZA VÊ HILBIJARTINÊ HDP YE’    Demîrtaş di berdewama hevpeyvîna xwe de wiha got: “Surprîza vê hilbijartinê HDP ye. Bila her kes me ji nêz ve bişopîne. Dê hemû kes me bibîne ku ev ne îdiayek vala ye.”    Demîrtaş tifaqa AKP, MHP û BBP û li aliyê din CHP, ÎP, DP û SP nirxand û her tifaqan jî wek “tifaqên rast” pênase kir û got ku tekane namzetê çep ew bi tenê ye. Demîrtaş di der barê vê mijarê de ev tişt got: “Dê her u tifaqên rast heta ku me tune bihesibînin. Em ê hemû bi hev re bibînin. Ez wek namzetê çep û partiya min HDP di her şert û mercan de em ê berjewendiyên bindestan biparêz in. Ji bo serkeftin û destkeftiyên hemû bindest û gelan têkoşîna xwe dewam bikin.”    Nirxandinên ji ber ku HDP’ê nexwest bi Meral Akşener re bên gel hev, bû sedem ku mûxalifet nekare namzetekê hevpar ê Serokkomariyê nişan dibe ji Demîrtaş hat pirîn.    Demîrtaş, da zanîn ku baweriya wan bi hevkariya bi pîvan a diyalog û çareseriya di siyaseteyê de tê û wiha bilêv kir: “Min di xebatên parlamentoyê Akşener nas kir. Min tu pêşdarazên wê nedîtin. Lê ji bo pirsgirêkên bingehên ên welat jî hîna wê gotinek şênber ne gotiye. HDP tune hesibandin, ne mimkûne ku li ser çareseriya pirsgirêkan bê axaftin. Di warê çareseriya pirsgirkên welat û civakê de sekneke me ya bi pîvan û exlaqî heye. Di vê çarçoveyê de, deriyê me ji hemû kesê re vekiriye. Siyaset cihê tol standinê tuneye, cihê çareseriyê ye. Ev hemû nêzîkatiyên bingehîn ji bo CHP’ê jî derbas darin. Di vî warî de derdê me ewe ku em ji bo gelên bindest tirî bixwin, ne ku li rez bixin.  Civak dê hemû kesan bişopîne. Em ê jî pir bi baldarî bişopînin.”   'EZ LI BENDÊME DI TURA DUYEMÎN DE ÎNCE, AKŞENER Û KARAMOLLAOGLU PIŞTGIRIYÊ BIDIN MIN’   Ji Demîrtaş pirsa di tura duyemîn a hilbijartina Serokkomariyê de partiya we dê çi bike hat kirin.    Demîrtaş, bi awayekê pir ji xwe bawer got ku dê di tura duyemîn de bimîn e û wiha bilêv kir: “Ez hêvî dikim ku hilbijartinek baş, ji bo berjewendiya civakê û cûdakariyê ji holê rabike, bê lidarxistin. Bêguman gava namzet li qadan bin, ezê jî di hucreyê de bim. Ev bêedaletiye. Di tura duyemîn de ez hêvî dikim ku hemû namzetên din piştgiriyê bidin min. Ger birêz Înce, Birêz Akşener û Birêz Karamollaoglu di tura duyemîn de piştgiriyê bidin min, emê hemû bi hevre pergala bi edalet û rêveberiyek demokratîk li welat ava bikin.”   'ÊDÎ ÎRO EM Ê MIN BIKIN SEROK:)'   Herî dawî pirsa ‘Em ê te nekin serok’ a Demîrtaş di hilbijartina Adara 2015’an de ji bo Teyyîp Erdogan gotî, tu diparêzî an na hat kirin. Demîrtaş jî bi esprî bersiva “Êdî îro em ê min bikin serok:)” da