DEM Partî li Dêrsimê bi namzetên xwe derdikeve qadan 2024-01-12 14:41:13   DÊRSIM - DEM Partiya li Dêrsimê starta hilbijartina herêmî da, pêvajoya bernamzetiyê da destpêkirin. Piştî serlêdanan dê li bajêr gel ji bo namzetên hevşaredariyan deng bi kar bîne.    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi daxuyaniya li avahiya partiya xwe da, starta hilbijartinê da. Hevberdevka Komîsyona Hilbijartinê Humeyra Tûsûn Yegîn bi zaravayê kirmanckî yê kurdî, Hevberdevk Ozcan Ateş jî tirkiya wê xwend.    ‘GEL DÊ BERSIVA PÊWÎST BIDE’    Yegîn, diyar kir ku ji bo modela rêveberiya gelparêz a demokratîk û xizmetên di rêveberiyên herêmî de ku alternatîfên desthilatê ne asteng bikin bi darbeya qeyûm re rû bi rû mane û bi bîr xist ku qebûlkirina vê modelê ya ji aliyê gel ve hate astengkirin û hevşaredar hatin girtin û weke rehîneyên siyasî li girtîgehan tên ragirtin. Yegîn, destnîşan kir ku tevî hemû zext û manîpulasyonan jî gelê kurd vê polîtîka û têkoşînê xwedî derket û her carê partiya xwe di herêmê de kir desthilat û vîna xwe danî holê. Yegîn di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Şûna nûnerên gelê kurd hilbijartine qeyûm hatine tayînkirin û vîna gelê kurd a sindoqê de tune hatiye hesibandin. Em di van şertan de dikevin hilbijartina herêmî. Gumana me nîne ku gelê me di vê hilbijartinê de bersiva herî xweş bide rejîma qeyûm.”   ‘DÊ LI DÊRSIMÊ NAMZETÊN XWE DERXÎNIN’    Yegîn diyar kir ku bi armanca “bihêzkirina rêveberiyên herêmî, pêşxistina rêveberiyên herêmî li ser esasê pêdiviyên civakî, bikaranîna çavkaniyên herêmî bi awayekî adil û bi bandor, xurtkirina nêzîkatiyên pirjimarî yên ku cudahiyên çand, bawerî, hafize, parastina xweza, av, daristan û herikînê li ber çavan digirin, parastina xweza, av, daristan û her cure mekanîzmayên biryardayînê û pêşvebirina mekanîzmayên çareseriyê” starta hilbijartinên herêmî dane û wiha domand: “Di vê çarçoveyê de kirina pêşhilbijartinê bûye biryara partiyê. Di vê bingehê de li Dêrsimê di hilbijartinên herêmî yên di 31’ê Adara 2024’an de namzetên hevşaredariyê, endamên meclisa şaredariyê û meclisa giştî ya bajêr dê bi pêşhilbijartinê bê diyarkirin. Ji îro ve heta 19’ê çileya 2024’an dê serlêdanên namzetan li Komîsyona Qebûlkirina Namzetan bên kirin. Civîna danasîna bernamzetan dê di 27’ê çileya 2024’an de bê kirin.”   JI BO NAVÇEYAN HEVDÎTINÊN TIFAQAN DIDOMIN    Hevberdevkên Komîsyona Hilbijartinê yên DEM Partiyê ku piştî daxuyaniyê pirsên rojnamevanan bersivandin, diyar kirin ku li navçeyan jî hevdîtinên tifaqan didomin.