Li Amedê bi hezaran delege diçin ser sindoqan 2024-01-14 11:54:01 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Amedê bi hezaran delegeyên DEM Partiyê ji bo diyarkirina namzetên hevşaredariyê diçin ser sindoqan.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo diyarkirina hevşaredar, endamên meclisa şaredariyê û yên meclisa giştî ya bajar li gelek bajaran pêşhilbijartinê li dar dixe. Yek ji navendên ku sindoq lê hatine danîn jî Amed e. Bernamzetên navçeyan beriya pêşhilbijartinê xwe dan naskirin û projeyên xwe vegotin. Piştre jî dengdayîn dest pê kir.    Tê payîn ku heta êvarê derdora 20 hezar delegeyan dengên xwe bidin. Ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê 4 jê jin bi giştî 15 bernamzet hene.    BAJARÊ NÛ   Li navçeya Bajarê Nû yê Amedê sindoqên hilbijartinê li Eywana Dawetan a Kaplanê ya li Qada Stasyonê hate danîn. Ji serê sibehê ve bi hezaran delegeyan berê xwe dan eywanê. Eywan, bi alayên DEM Partiyê hate xemilandin. Ji bo hevşaredariya navçeyê 4 jê jin bi giştî 16 bernamzet hene.    PEYAS   Li navçeya Peyasê jî 5 jê jin bi giştî 16 bernamzet dê bikevin pêşpirkê. 24 sindoq, li Eywana Dawetan a Zîrveyê hatin danîn û dengdayîn dest pê kir. Tê payîn ku 4 hezar û 500 delege dengê xwe bidin.    REZAN    Pêşhilbijartina li navçeya Rezanê jî li Eywana Dawetan a Geterlerê tê lidaxistin. 5 jê jin bi giştî 22 namzet hene. Li vir jî dê 3 hezar û 500 delege dengê xwe bidin.    Navên ku deng lê tên dayîn ev in:    * Peyas: Eywana Dawetan a Zîveyê    * Bajarê Nû:  Eywana Dawetan a Kaplanê   * Rezan: Eywana Dawetan a Geterlerê   * Sûr: Eywana Dawetan a Nîlgunê   * Erxenî: Eywana Dawetan a Taş Kardeşlerê    * Bismil: Avahiya DEM Partiyê ya navçeyê    * Farqîn: Eywana Dawetan a Gold Parkê   * Şankuş: Avahiya DEM Partiyê ya navçeyê   * Çermûg: AVahiya DEM Partiyê ya navçeyê   * Gêl: Avahiya DEM Partiyê ya navçeyê    * Karaz: Avahiya DEM Partiyê ya navçeyê   * Lice: Avahiya DEM Partiyê ya navçeyê    * Pasûr: Avahiya DEM Partiyê ya navçeyê    * Pîran: Avahiya DEM Partiyê ya navçeyê   * Hezro: Avahiya DEM Partiyê ya navçeyê    * Xana Axpar: Avahiya DEM Partiyê ya navçeyê   Her wiha dê piştî nîvro li gelek bajaran ji bo tûra duyemîn deng bên dayîn.