Li sê navçeyên Amedê pêşhilbijartin dest pê kir 2024-01-15 11:39:21   AMED - Dem Partiyê duh li sê navçeyên Amedê pêşhilbijartin taloq kiribû. Pêşhilbijartina li van navçeyan îro dest pê kir.    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo diyarkirina namzetên xwe yên hevşaredariyê û endamên meclisa şaredariyê, li Amed û navçeyê wê duh pêşhilbijartin li dar xist.    Li hinek navçeyan bernamzet ji bo tura duyemîn man û li navçeyên Peyas, Farqîn û Bismilê jî ji ber sedemên teknîkî pêşhilbijartin hatibûn betalkirin. Pêşhilbijartina li van navçeyan îro dîsa dest pê kir.    Pêşhilbijartina li navçeya Peyasê li Eywana Dawetan a Ayaz Elganceyê hat destpêkirin. Ji bo dengdayînê 24 sindoq hatin danîn.    Pêşhilbijartina li navçeya Farqînê jî li Eywana Dawetan a Gold Parkê tê lidarxistin. Li navçeya Bismilê jî li Eywana Dawetan a Zalê tê lidarxistin.    Tevlibûneke zêde ji bo hilbijartinan heye û di dema dengdayînê de dîmenên rengîn derketin holê. Delegeyên ku cil û bergên kurdî li xwe kirin, dengên xwe didin.