Çamci: Gelê kurd bi tifaqî dê bersiva bertîl û hîleyan bide 2018-05-08 09:10:26   AMED - Hevserokê HDP’a Amedê M. Şerîf Çamci, diyar kir ku ji niha ve 9 hezar xebatkarên wan ên hilbijartinê amade ne û ji gundan bigire heta kolanên bajaran dest bi ziyaretan kirine û OHAL nikare xebatên wan asteng bike. Çamci da zanîn ku dê gel di sindoqan de bersiva herî xurt bide bertîl, dek û dolabên AKP’ê û gelê kurd ji niha ve li dijî tifaqên ku HDP’ê naxwazin yekîtiya xwe ava kiriye.    Li Tirkiyeyê û bajarên herêmê rojeva sereke hilbijartina zordest a 24’ê Hezîranê ye. Partiyan namzetên serokomariyê aşkere kirin û her dever bi atmosfera hilbijartinê geş dibe. Partiyên siyasî xebatên xwe yên hilbijartinê bi rê ve dibe. Partiya ku herî zêde tê axaftin û xebatên bi hêztir daye destpêkirin Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) e. Her diçe xebatên hilbijartinê zêdetir dibin û ber bi hilbijartinê ve diçe, dek û dolabên hilbijartinê jî dest pê kirin.    ‘NIHA NÊZÎ 9 HEZAR XEBATKARÊN ME HENE’    Rêxistina HDP’ê ya Amedê jî starta hilbijartinê da. Hevserokê Rêxistina HDP’a Amedê Mehmet Şerîf Çamci ji ajansa me Mezopotamyayê re axivî û xebatên hilbijartinê nirxand. Çamci destnîşan kir ku li gund, navçe û navenda Amedê xebatek di asta herî jor de bi ziyaretkirina nav gel dest pê kiriye û niha bi 9 hezar xebatkar û dildarên HDP’ê ji bo xebatê amade ne û di destpêkê de dê 250 hezar belavok li gel belav bikin. Çamci got ku heta rojiyê ew ê li gundan xebatên xwe bi rê ve bibin û di rojiyê de jî dê xebatên wan cur bi cur hebin. Çamci got ku ew ê piştî meha Remezanê dê ziyareta tûra duyemîn heta roja hilbijartinê li gundan bidin meşandin.    ‘REWŞA AWARTE NIKARE ME ASTENG BIKE’    Çamci bal kişand ser zehmetiyên Rewşa Awarte ku li pêşberî wan dibin asteng û got: “Beriya hilbijartinê jî em diçûn serdana gund û navçeyan. Nêzîkatiya gelê me gelek germ bû, gelê me moral dida me. Piştî serdanên me gelek caran gundî rastî gefan jî tên. Gelê me êdî tirs ji nav dilê xwe avêtiye. Tu Rewşa Awarte û zext nikarin xebatên me asteng bikin û gef nikarin gelê me bitirsîne.”    ‘SÛR WÊ BERSIVA HERÎ BAŞ NÎŞAN BIDE’    Çamci dek û dolab û lîstikên belavkirina komirê ya li navçeya Sûrê jî nirxand û got: “Tiştekî AKP û MHP bike nemaye, serî li rêbaza dek û dolaban daye. Lê bila AKP vêya baş bizanibe dê bersiva herî xurt a di sindoqan de gelê Sûrê nîşan bide. Li Sûrê dinya li serê me xera kirin. Tiştek nema li Sûrê bi serê mirovahiyê ve neanîn. Ji ber vê dê bi kîjan rûyî biçin ji cem gelê Sûrê. AKP li Amedê bi dizî xebata xwe dike. AKP tenê xebatek li ser bertîl û hîleyan dide meşandin.”    ‘BILA EWIL LI GEL GUHDAR BIKIN’    Çamci destnîşan kir ku AKP û MHP li Amedê xebata propagandaya hilbijartinê bi polîs û maşîneyên zirxî bi rê ve dibe û wiha domand: “Ne hewceye ji gel bitirsin. Lê divê bi çek neçin ber deriyê gel. Lê ya herî muhîm ew e ku bila li bertekên gel guhdar bikin. AKP bi trîlyonan pere ji bo hilbijartinê xerc dike. Ew dîmenên wan ên dîtbarî û xebata wan jî vala ye.”    ‘GEL DI SINDOQAN DE DÊ HÊRSA XWE BIDE NÎŞANDAN’    Çamci anî ziman ku AKP’ê êdî wisa kiriye ku bi taybetî jin û ciwan û tevahî gel nikare hilmê hilde û di warê krîza aborî de gel bi gazin e û daxwaza wan sereke ew e ku şer bi dawî bibe aştî pêk were û herêm aram bibe. Çamci da zanîn ku desthilatdarî êdî nikare civakê kontrol bike û got: “Êdî AKP û MHP dixwaze gel bi feraseta faşîzmê bi rê ve bibe. Mînak li Amedê kesek lê doz nehatibe vekirin nemaye. Ji sûcên edlî bigire heta dozên siyasî li mirovan vebûye. Gel dixwaze rojek beriya rojekî biçe ser sindoqan û hesabê vê fetisandinê û kirinên AKP’ê kiriye bipirsin.”    ‘JI HER BEŞÊ CIVAKÊ SERLÊDAN HENE’    Çamci behsa serlêdanên bernamzetiyê ya ji bo parlamenteriyê jî kir û wiha dewam kir: “Ji 17 bajaran tên serî li komîsyona me ya navendî ya li Amedê didin. Ji ber ku li Amedê êdî nikaribû barê serlêdanê ragire, êdî komîsyonên me yên herêmî jî serlêdanê qebûl dikin. Ji 18 saliyan bigire heta jin û hemû beşên civakê serlêdana ji bo bernamzetiyê dikin. Ji her netew û baweriyê serlêdan hene. Kesên pir rengîn, zane, rewşenbîr, oldar, civaknas, hiqûqnas serî li komîsyona me didin. Bi sedan serlêdan hene. Roja 8’ê mehê ango îro roja dawî ya serlêdanê ye.”   ‘KURDAN TIFAQA XWE AVA KIRIYE’    Çamci diyar kir ku tifaqa AKP, MHP û BBP’ê û li aliyê din jî tifaqa CHP, partiyên wek Îyî, Saadet û Demokrat li dijî HDP’ê di bin bendê de bihêlin ava kirine û wiha got: “Yên ku heta îro HDP’ê wek ‘cudakar’ binav dikirin, rûyê xwe yê spî aşkere kirin. Va cudakarî li ber çava ye ku kî cudakariyê dike. Pirsgirêka kurd bi gotinan nabe. Divê gavên şênber û pratîk biavêjin. Jixwe li dijî van tifaqan kurdan jî tifaqa xwe ava kiriye. Em dikarin di nav gel de tifaqa Kurdistanî çêbûye. Ji bo tifaqa tevahî gelê kurd di asta partiyan de çi ji destê me tê em jî dikin. Ji bo li hev kirinê hevdîtin didomin.”    Çamci herî dawî banga xwedî derketina sindoqan li gel kir û xwest ku hem hilbijêrên derveyî welat û hem jî hilbijêrên li Amedê û herêmê qeydên dengê xwe çêbikin û hesaseyetê nîşanî ewlehiya dengê xwe bidin.    MA / Bîlal Guldem / Lezgîn Akdenîz