Wezîrê Dadê: DMME wek siyasî li biryarên Demîrtaş, Kavala û Atalay dinêre 2024-01-20 14:17:20 ENQERE - Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç destnîşan kir ku DMME wek siyasî li biryarên Demîrtaş, Kavala û Atalay dinêre û got ku biryarên Dadgeha Bilind jî bi qasî biryarên AYM’ê derbasdar in.    Wezîrê Dadê Yilmaz Tûnç tev li bernameyekê bû û derbarê Hevserokê Partiyê Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattîn Demîrtaş, mirovê kar Osman Kavala û Parlamenterê Partiya Kedkaran a Tirkiyeyê (TÎP) Can Atalay de axivî. Tûnç destnîşan kir ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) wek siyasî nêzî van dozan (Doza Kavala-Demîrtaş) dibe û got: “Delîlên ku hatine dîtin wek hiqûqî nayên nirxandin. Ev biryarên hatine dayîn ji daraza me ya tirk a Dadgaha Bilind derbas bûne.    ‘PIRSGIRÊK DESTÛRA BINGEHÎN E’   Di berdewama axaftina xwe de Tûnç, bilêv kir ku AYM jî Dadgaha Bilind jî dadgehên bilind in. Ji ber guherînên dawî hatine kirin, di navbera AYM’ê û Dadgaha Bilind de nêrînên cuda derdikevin. Divê herdu dadgah jî neyên nîqaşkirin. Biryarên Dadgeha Bilind jî bi qasî biryarên AYM’ê derbasdar in. Çavkaniya pirsgirêkê, Destûra Bingehîn e. 184 caran hate guherandin.”