Li 9 bajarên Serhedê 58 hezar û 945 hilbijêr hatine veguhestin 2024-01-22 09:10:38   WAN - Li bajarên Serhedê ku AKP di hilbijartinan de encama dixwaze bi dest naxe, di 9 mehên dawî de 58 hezar û 945 deng hatin veguhestin.    Pêvajoya diyarkirina namzetên partiyên siyasî ya ji bo Hilbijartinên Herêmî yên 31’ê Adara 2024’an ku rêveberiyên herêmî dê bên diyarkirin, didome. Bi daliqandina lîsteyên hilbijêran a ji aliyê mûxtariyetan ve derket holê ku bi hezaran dengdêr veguhestine bajarên Kurdistanê. Desthilata AKP’ê ku di hilbijartinan de encama dixwaze bi dest naxe, bi hezaran leşker û polîs weke hilbijêr veguhestin bajaran.    Li herêma Serhedê jî li bajarên Wan, Agirî, Bedlîs, Mûş, Qers, Îdir, Erdexan û Colemêrgê bi hezaran hilbijêr hatine veguhestin. Komîsyona Rêveberiyên Herêmî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di rapora têkildarî liv û tevgera hilbijêran a herêma Serhedê amade kir de hate tespîtkirin ku di 9 mehên dawî de 58 hezar û 945 hilbijêr hatine tespîtkirin.    Di Hilbijartinên Giştî yên 14’ê Gulana 2023’yan de li bajarên Serhedê 2 milyon û 270 hezar û 702 hilbijêr hebûn, ev hejmar beriya hilbijartinên 31’ê Adara 2024’an derket 2 milyon û 329 hezar û 647’an.    ÎDIR   Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HDP) di Hilbijartinên Herêmî de Şaredariya Îdirê bi hezar û 514 dengan qezenc kir. Piştî hilbijartinên giştî yên 14’ê Gulana 2023’yan 4 hezar û 361 hilbijêr anîn navenda Îdirê û li gelemperiyê bajêr liv û tevgereke 5 hezar û 424 hilbijêran çêbû. 932 kesên ne ji Îdirê ne, veguhestin taxên navçeya Başanê. Derket holê ku gelek ji van hilbijêrên hatine veguhestin leşker û polîs in.   AGIRÎ   Li Agiriyê li Hilbijartinên Giştî yên 14’ê Gulanê de 307 hezar û 135 hilbijêr hebûn, ev hejmar derket 316 hezar û 537’an. Li bajarê ku 9 hezar û 402 hilbijêr hatin veguhestin, hezar kes li avahiyekê hatine qeydkirin. Avahiya ku li ser Cadeya General Vehbî Engîn a li Taxa Leylek Pinarê ye û weke avahiya hêzên ewlehiyê tê bikaranîn, hezar û 923 kes hatine qeydkirin. Li navnîşana bi Hejmara: 121/3 ya li ser Cadeya Yaşar Kemal a li Taxa Firatê weke mêvanxaneya peywîrdarên cemaweriyê tê bikaranîn jî hezar û 221 kes hatin veguhestin.    Li navnîşana bi hejmara: 25 a li ser Cadeya Atalay a Taxa Firatê ku weke avahiya hêzên ewlehiyê tê bikaranîn di 14’ê gulanê de hilbijêrek hebû, di nava 9 mehan de 987 kes weke “hilbijêr” hatin qeydkirin. Li navnîşana bi hejmara 141 a li ser Cadeya Çevre Yolû ya Taxa Firatê ye û Mala Polîsan e di hilbijartinên 14’ ê Gulana 2023’yan de qeyda 5 hilbijêran hebû, beriya 31’ê Adarê 287 kes hatin qeydkirin. Li navnîşana bi hejmara: 105/A ya li ser Cadeya Yaşar Kemal a Taxa Firatê ku mevanxaneya Îdareya Taybet a Bajêr e, di hilbijartinên Gulana 2023’yan de tenê 4 hilbijêr qeydkirî bûn, derket holê ku beriya 31’ê Adarê 182 hilbijêr hatine qeydkirin.    Piştî hilbijartinên giştî yên 14’ê Gulana 2023’yan ji bajarên cuda bi komî 7 hezar û 104 hilbijêr veguhestin navenda Agiriyê. Hate zanîn ku ji van 5 hezar û 786 kes ji derveyî Agiriyê hatine veguhestin û ji van tenê hezar û 318 ji navçeya Bazîdê ne. 455 kesên di hilbijartina 14’ê Gulana 2023’yan de hilbijêrên derveyî welat bûn, di hilbijartinên herêmî de weke hilbijêrên nava welat hatin guhertin.    AVKEVIR   Li avahiyeke ku li Taxa Hurriyetê ya navçeya Avkevirê ya girêdayî Mala Mêvanan a Qeymeqamtiyê ye, 201 hilbijêr hatine qeydkirin.   ERZIROM   Hejmara hilbijêrên li bajarê Erziromê, ku di Hilbijartinên Giştî yên 14’ê Gulanê de 218 hezar 451 bû, beriya hilbijartinên herêmî derket 220 hezar 276 kesî.   QEREÇOBAN   Li navnîşana bi hejmara: 14 a Cadeya Gunduz a li Taxa Hacilar a navçeya Qereçobanê ku avahiya cemaweriyê ya artêşa tirk e hejmara hilbijêran a 3 kes in, derket 257 kesî.    COLEMÊRG    Di hilbijartinên giştî yên 14’ê Gulanê de hejmara hilbijêrên li Colemêrgê ji 186 hezar û 492’an derket 197 hezar û 324’an. Li Colemêrg û navçeyên wê di neh mehên dawî de 10 hezar û 832 hilbijêr hatin veguhestin.    ÇELÊ   Li navçeya Çelê jî; li navnîşanên bi hejmarên 6/1, 6/2 û 6/3 yên li kolana Yenîyol a Taxa Yeşîl Çeşmeyê, 3 hezar û 602 kesên derveyî bajêr hatine anîn weke “hilbijêr” hatine qeydkirin. Derket holê ku 2 hezar û 699 hilbijêrên li Taxa Emîr Şabanê ne ji van tenê hezar û 238 hilbijêr li nifûsa Colemêrgê qeydkirî ne.    Li navçeyê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de hezar û 594 kesên ku weke hilbijêrên li derveyî welat hatin qeydkirin, weke 2 hezar û 24 hilbijêrên nava welat hatin qeydkirin.   ŞEMZÎNAN   Li Şemzînanê, ku AKP’ê di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de bi 154 dengan ferqêw ya bi “veguhastina hilbijêran” bi dest xist, li malên Malên Komî yên herêma leşkerî yên li Taxa Modayê ne, 2 hezar û 207 kesên ku hemû mêr in, weke “hilbijêr” hatin nîşandan. 892 kesên di hilbijartinên giştî yên 14’ê Gulana 2023’yan de weke hilbijêrên derveyî welat hatine qeydkirin, weke 2 hezar û 24 hilbijêrên nava welat hatin qeydkirin.    BAJÊRGEH   Bi veguhestina leşker û polîsan a bajarokê Bajêrgehê  weke  “hilbijêrên veguhestî” re rêjeya nifûsê ya Colemêrgiyên li bajarok daket ji sedî 48’an. Hejmara hilbijêran a bi komî ya Bajêrgehê 3 hezar û 541 e, hezar û 517 leşker û polîsên ku temamê wan ji zilaman pêk tên veguhestin Malên Komî.    QERS   Li Qersê ku HDP di hilbijartinên herêmî yên di sala 2019’an de hezar û 238 ferqan qezenc kir, li gorî qeydên fermî li navnîşana bi hejmara: 50/2 ya Cadeya Şehît Yûsûfbey a Taxa Cûmhûriyetê ya Mala Artêşê ye, hejmara hilbijêran a di hilbijartinên giştî yên 14’ê Gulanê de 13 bû, di nava 9 mehan de bû 3 hezar û 5. Dîsa li Taxa Gazî Ahmet Mûhtar Paşa ku di pergala lêkolînkirinê de weke mevanxaneya hêzên çevîkê tê dîtin, hejmara hilbijêran a neyî derketiye 498’an. Hate tespîtkirin ku ji van 185 li nifûsa Trabzonê qeydkirîne. Li navnîşana bi hejmara 1/15’an a Malên Komî yên Fermandariya Cendermeyan a Bajêr a li Taxa Fevzî Çakmakê hejmara hilbijêran a yek bû, derketiye 503’yan.    MÛŞ   Li navçeya Milazgir a Mûşê ku AKP’ê di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de AKP’ê bi 3 dengan qezenc kir, di nava 6 mehan de 569 leşker û polîs weke hilbijêr hatin veguhestin. Li navnîşana bi hejmara: 4/4 a Cadeya Agirî ya Taxa Menguçgazî ya temamê wan ji bajarên derdorê hatine anîn 149 kes weke “hilbijêr” hatine qeydkirin. Li navnîşana bi nimreya: 4 D: 1’ê ya li ser Cadeya Agirî ya Taxa Menguçgazî jî 129 kesên ne ji Mûşê ne hatine veguhestin. Li 3 navnîşanên din ên li ser cadeya Agiriyê bi komî 65 kes hatin veguhestin.    Li navnîşana bi hejmara: 2/4’an a kolana 835 a taxa Selçûklû 122 kes, li navnîşana bi hejmara 2/5’an  jî 104 kes weke “hilbijêr” hatin qeydkirin.    WAN   Li Wanê di hilbijartinên giştî yên 14’ê gulanê de 707 hezar û 454 kes weke hilbijêr hebûn, ev hejmar di nava 9 mehan de bû 718 hezar û 277’an. Li Wan û navçeyên wê bi komî 10 hezar û 823 kes weke hilbijêr hatine veguhestin.    ERDEXAN   Li Erdexanê di hilbijartinên giştî yên 14’ê Gulanê de hejmara hilbijêran a 68 hezar û 108 bû beriya hilbijartinê derket 69 hezar û 185’an. Li Erdexan û navçeyên wê bi komî hezar û 77 kes hatin veguhestin.    BEDLÎS   Li Bedlisê di hilbijartinên giştî yên 14’ê Gulanê de hejmara hilbijêran a 220 hezar û 906, derket 227 hezar û 705’an. Li Bedlis û navçeyên wan di 9 mehên dawî de 6 hezar û 799 kes weke “hilbijêr” hatin veguhestin.    MA / Hakan Yalçin