Bakirhan: Em mecbûr in ku rê û rêbazên xurtir bibînin 2024-02-09 13:55:05   ENQERE - Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di kongreya SYKP’ê de axivî û wiha got: “Ji bo serdema pêş em mecbûr in ku rê û rêbaz û tifaqên xurtir bibînin.”    Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan tev li 5’emîn Kongreya Asayî ya Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) bûn. Bakirhan di kongreyê de axivî û got ku hêzên serdest ji bo kedxwariyeke mezintir û ji bo hîn bêhtir dewlemend bibin, hewl didin şer û pevçûnan li tevahiya cîhanê belav bikin.    Bakirhan, got ku heman polîtîka li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî tên meşandin û ev tişt anî ziman: “Gelê Rojava bi têkoşîna xwe, bi dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ re ji bo têkoşîna şoreşê û têkoşîna gelên bindest bû mînak. Dixwazin bibêjim bê ka ev têkoşîna wan çiqas binirx û pîroz e. Li her devera cîhanê şer û pevçûn hene. Li cîhanê kaoseke mezin heye û ji bo xelasiya ji vê kaosê ji bo rê û rêbazan lêgerîn hene. Şoreşger, kurd û sosyalîst jî rêyên xelasiya ji vê kaosê nîqaş dikin û têdikoşin.”    ÊRIŞÊN LI DIJÎ KURDAN   Di berdewamiya axaftina xwe de Bakirhan diyar kir ku êrişên Tirkiyeyê yên li dijî kurdan eleqeya xwe bi geşedanên li Rojhilata Navîn heye û wiha pê de çû: “Tirkiyeyê pirsgirêka kurd çareser nekir lewma rola avakeriyê ya lîstikê winda kir. Li Tirkiyeyê nexweşiyeke populîzmê ya rastgiriyê pêş dikeve. Em şoreşger jî ji bo bidawîbûna şer û bêdaletiya li cîhanê têdikoşin. Li hêla din jî ji bo pêla nîjadperestî û neteweperestiyê ya li Tirkiyeyê bi dawî bibe jî em têdikoşin. An em ê li hemberî polîtîkayên nîjadperest û rastgiran teslîm bibin an jî dê bi Rêya Sêyemîn re tevî xizan, kedkar, şoreşger û bindestan têkoşîneke mezintir bimeşînin. Ji Mahîr û Denîzan heta Mazluman em xwedî kevneşopiyeke ku tu caran teslîm nabe ne. Lewma jî di serdema pêş de em mecbûr in ku tifaq, yekitî, rê û rêbazên xurtir pêş bixin. Ji bo vê jî divê em li her derê xwe birêxistin bikin. Mîna duh dê îro jî hêzên sosyalîst, kurd, kedkar û bindest pêşiya vê faşîzmê bigirin.”