Bîlgen: Em ê neqşerêya ku Tirkiye ji yek zilamî xelas bikin aşkere bikin 2018-05-11 14:39:45 ENQERE - Hevberdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, li navenda partiya xwe civîna çapemeniyê pêk anî û diyar kir ku ew dê danezana xwe ya hilbijartinê 14'ê Gulanê aşkere bikin. Bîlgen anî ziman ku danezana wan nexşeya sazkirina qanûna bingehîn a demokratîk e û got: "Em dê nexşerêya ku çawa dawî li pergala yek zilamî bînin aşkere bikin."  Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayhan Bilgen, li navenda Partiya xwe der barê geşedanên dawî de civîna çapemeniyê pêk anî. Bîlgen, bal kişand ser gotinên Serokomar Tayyip Erdogan a “Ez di dêyek dirêj û zirav de me" ku ji Aşik Veysel girtiye û wiha got: “Erdogan bi şev û roj diçe. Lê nizane welat di çi halî de ye. "   HEZAR Û 500 KESAN SERÎ LI HDP’Ê DAN   Bilgen, diyar kir ku ji bo bernamzetiyê hezar û 500 kesan serî li HDP'ê daye û wiha got: "Nêvîyê van serlêdanan jin û ciwan in. 250 ciwan û 25 kesên astengdar in. Dîsa gelek ji wan mexdûrên KHK'ê ne. Îktîdar ji bo berjewendiyên xwe Tirkiyeyê bi KHK'yan bi rêve dibe. Ev nêzîkatiyek keyfî ye. Bi vê yekê cudakariya hêzan tasfiye dike. Ger ku niha bi KHK'yan bi rêve bibe gelo dê piştî hilbijartina 24'ê Hezîranê çawa Tirkiye bi rêve bibe ne diyare. biryarên KHK’ê li gorî rê û rêbazan, li gorî usûlê nehatin derxistin. KHK bêyî meclisê hatin derxistin. Dema meclîs girtî bû KHK derxistin. Mînaka vê pergala darazê di diroka Tirkiye de tune ye.    RAYEDARÊN DEWLETÊ JI BO AKP'Ê XIZMETA HILBIJARTINÊ DIKIN   Bîlgen bertek nîşanî helwesta Waliyê Şirnexê da û wiha got: "Waliyê Şirnexê diçe ji AKP’ê re dengan dixwaze. Li aliyekî Enqere meclîsê nas nake, li aliyê din li Anadolu xebatên hilbijartinê bi destê rayedarên cemaweriyê tê meşandin. Waliyê Şirnexê gotina wî balkêş e. Waliyek ger ku bixwaze siyasetê bike divê ji peywira xwe îstîfa bike û tev li siyasetê bibe. Lê ger ku waliyek bi rêveberênk partiya îktîdarê li nava gundî û welatiyan bigere, li dijî partiya me kampanya bimeşîne, ev yek feraseta yek partîbûnê ye. Ev pêkanînên salên 1950’an e.    ‘EM DÊ NEXŞERÊYA LI DIJÎ YEK ZILAMÎ AŞKERE BIKIN'   Bîlgen, anî ziman ku ew dê danezana hilbijartinê û nexşerêya xwe ya hilbijartina giştî û Serokomariyê di 14'ê Gulanê roja duyemî bi raya giştî re parve bikin û wiha got:  "Em dê di 14'ê Gulanê de li Navenda Giştî nexşerêya xwe bi raya giştî re parve bikin. Em dê duyemê nexşerêya li dijî yek zilamî aşkere bikin. Em dê çawa ji pergala yek zilamî xelas bibin aşkere bikin. Em dê modela Qanûna Bingehîn a demokratîk aşkere bikin. Ger ku hêza muxalif di tûra yekemîn de piraniya dengan bistîne dê qedera hilbijartinê diyar bike. Em dê di 8'ê Tîrmehê jî bi vê heviyê biçin hilbijartinê. Pirsgirêka esasî pergala yek zilamî ye.  Ji bo em bigêjin armanca xwe divê her hilbijêr erk û berpirsiyariya xwe pêk bîne.    Bilgen, anî ziman ku ji bo yek deng vala neçe bang li hemû partiyan kir û wiha bi dawî kir: "Dibe ku fikrên partiyan cûda be. Lê ji bo em karibin guhertin û veguhertinê pêk bînin, me xwest partiyên siyasî yên muxalif bibin yek. Lê wan ev wêrekî nîşan neda. Niha di demên dawî de wekî ku HDP li dijî vê yekê derketiye dest bi kampanya reşkirinê kirine. Kesên ku dixwazin HDP’ê li dervê meclisê bihêlin, em dê di sindoqê de bersîvan wan bidin wan. Niha li ser partiya me ambargoya medya heye. Her çend ev ambargo bidome jî gel dê dîsa erka xwe pêk bîne.    EM DÊ DI 22'Ê GULANÊ DE NAMZETÊN XWE BIDIN NASKIRIN   Em dê di 22'ê Gulanê de namzekên xwe bidin naskirin. Êdî tehamula gel û civake li dijî van pêkanînên hikûmetê nemaye. Serokomar qala HDP’ê dike û dibêje 'Vana partî ava kirin û kurdê birayê min di çewisînin. Mêtîngeriyê li ser wan dikin' Em li Meclîsê partiya 3’emîn a mezin in. Erk û rayeya ku me ji gel stendiye em dê heta dawî biparêzin û bikar bînin. Di anketan de jî xuya dibe ku partiya me HDP partiya kîlîtê ye. Wekî kevirê qaziyê yê xaniyan e.