Namzetên Stewrê: Em pêşiyê li koçkirina ciwanan bigirin 2024-02-26 09:00:54   MÊRDÎN - Namzetên DEM Partiyê yên Stewrê Selahattîn Onder û Hatîce Oncu, destnîşan kirin ku dê di çarçoveya daxwazên gel de xebatan bimeşînin û diyar kirin ku dixwazin bi avakirina qadên îstîhdamê pêşiyê li koçkirina ciwanan bigirin.    Ji 31’ê Adarê Hilbijartinên Herêmî re demekî kurt ma. Partiyên siyasî lez da xebatên xwe yên hilbijartinê. Encamên hilbijartinên ji bo şaredariyên di bin rêveberiya qeyûm de tên mereqkirin. Şaredariya Stewrê ya Mêrdînê jî yek ji şaredariyên du serdem in ji aliyê qeyûm ve tên birêvebirine. AKP’ê di salên 2016’an û 2019’an de du caran qeyûm tayînî şaredariya navçeyê kir. Yek ji navendên ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) lê xurte nayê payîn ku li navçeyê encamên hilbijartinê bên guhertin. Teqez tê dîtin ku namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê Selahattîn Onder û Hatîce Oncu hilbijartinan qezenc bikin.    AVAHIYA BAJÊR    Navçeya Stewrê ji 3 taxan û 38 gundan pêk tê. Bi darên xwe yên spîndaran, çemên xwe û cihên dîrokî xwediyê xwezayeke bêhempa ye. Her wiha piştevaniya di navbera mirovan de li vir xwediyê cihekî girîng e. Li navend û gundên wê feraseta komunê derdikeve pêş.    Nifûsa navçeyê 26 hezar û 173 ye. Zêdetirî ji sedî 70’ê nifûsa navçeyê li gundan dijîn. Ji bilî kurdan û ereban suryan jî li navçeyan dijîn. Gelek gundên suryanan ji ber koçkirina bi darê zorê hatine terikandin.    Ji salên 1990’an ve polîtîkaya koç kirinên li vir di meriyetê de ye. Ji ber şewitandin û valakirina gundan gelek kes di salên 90’î de neçar man ji vir koç bikin. Hin mirov paş ve geriyan. Di salên dawî de yek ji pirsgirêka sereke ya bajêr koç kirine. Bi taybetî ji ber zextan û darazê bi taybetî  ciwan gelek zêde koçî ewropayê dikin.    AKP, bi armanca li vir serbikeve hin leşker û polîs weke hilbijêr veguhestin vê derêw. Bi ser 800’an leşker û polîs, weke hilbijêr hatin veguhestin.     HEVŞAREDAR   DEM Partiyê di vê hilbijartinê de Selahattîn Onder (48) û Hatîce Oncu (26) weke namzetên hevşaredariyê nîşan dan. Yek ji namzetê hevşaredariyê Onder, demekî dirêj e di nava xebatên siyasî de ye. Onder ji bajaroka Ewêna ye. Onder yek ji wan kesên ku 4 serdem in di nav rêxistinkirina partiyên têkoşîna azadiya kurd didin de ye. Her wiha li Edene û Bûrsayê jî di hin dîrokên cuda de xebatên siyasî meşandin.   Hatîce Oncu ya 26 salî jî ji gundê Elfan e. Oncu ya di salên 90’î de neçar ma koç bike Stenbolê di sala 2010’an de neçar ma vegere gundê xwe. Oncu, ya di sala 2019’an de li şaredariya navçeyê weke Midura Karên Nivîsan dest bi peywîrê kir, piştî tayînkirina qeyûm îstîfa kir. Oncu demekê di rêxistinên sivîl ên civakî de li ser koçkirinê xebat dan meşandin.    ‘EM Ê BI GEL RE BI RÊ VE BIBIN’    Onder, bal kişand ku şaredariya navçeyê du serdem in ji aliyê qeyûman ve tê birêvebirin û wiha got: “Em ê qeyûm dîsa bişînin. Dê vîna gel were ser kar. Şaredarî ji bo gel heye. Divê bi gel re were birêvebirin. Divê biryar bi gel re werin girtin. Em jî dê bi vî awayî bi rê ve bibin.”   Onder got ku “Projeya me gel e ku di her biryarê û di her asta rêveberiyê de cih bigire” û wiha berdewewam kir: “Navçeya me navçeyeke biçûk e. Em hedef dikin ku van derfetan pêşwazî bikin. Derfetê gelê me nîne ku berhemên di hilberînin bifiroş in. Ji ber vê yekê em armanc dikin ku kooperatîfbûna çandinî û sewalkariyê pêş ve bibin. Em ê bi gelê xwe re werin gelhev , di çarçoveya daxwazên wan de bi hev re birêvebibin.”   Onder, anî ziman ku li navçeyê gelên cuda bi hev re dijîn û bilêvkir ku şaredariya pir zimanî û pir çandî diparêzin. Onder, axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Em weke partî hebûna çand û gelên cuda diparêzin. Em têkoşîna hemû gelan didin.”   ‘EM Ê PÊŞIYÊ LI KOÇÊ BIGIRIN’    Oncuyê jî anî ziman ku di salên dawî de li navçeyê tespîtkirine ku ciwan bi awayekî zêde koç dikin û bi lêv kir ku xebata wan a destpêkê ew e ku pêşiyê li koçkirina ciwanan bigirin. Oncu ya ev rewş weke “rewşeke bilez” penase dike, wiha got: “Divê ewilî em sedemên koçkirinê tespît bikin. Ciwan çima koç dikin? Ciwan li vir di mijara spor, çand, huner û kar de kêmasiyeke mezin dijîn. Ciwan li gundan jî li navendê jî ji bilî qehwexaneyê qadeke jiyanê, qadekê civakîbûnê nabînin. Ji xwe qada îstîhdamê nîne. Dema wiha dibe ciwan çûyîna li metropolan an jî Ewropayê weke çare dibînin. Ji ber vê yekê tişta ku ewilî divê em li Stewrê bikin avakirina qadên îstîdamê ye. Em ê ji vê yekê re çareseriyan hilberînin. Em ê ne şaredariya ku dewlemendan dewlemendtir dike, şaredariya gelparêz û civakî ava bikin.”   MA / Ahmet Kanbal