Li Colemêrgê bayê hilbijartinê: Olmez ê AKP’î heya îro li ku bû? 2024-02-29 09:03:30   COLEMÊRG - Welatiyên bertek nîşanî endamê AKP’î Îsmet Olmez ê xwezaya Colemêrgê talan dike û bi belavkirina pereyan dixwaze di hilbijartinê de bi ser bikeve dan û wiha gotin: “Tu heya îro li ku derê bûy? Ev der keleha têkoşînê ye. Reng û partiya me diyar e.”    Li Colemêrgê ev demeke rojeva gel hilbijartinên herêmî ne. 8 sal in rêveberiya şaredariyê di destê qeyûm de ye lê belê di vê hilbijartinê de endamên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bêhtir derdikevin pêş. DEM Partî li Colemêrgê dê bi Viyan Tekce û Mehmet Siddik Akiş re amadehiya hilbijartinê bike. AKP jî dê bi Îsmet Olmez ê bi salan e dewlemendiya bin erd talan dike tev li hilbijartinê bibe. Me ji şêniyên li bajêr rojeva hilbijartinê pirsî.    DAXWAZA BAJÊR   Halîl Aşkan destnîşan kir ku ew ê piştgiriya nûnerên gelê kurd bikin. Aşkan bertek nîşanî desthilatê da û wiha axivî: “Ma ji bo gelê kurd çi kiriye ku em dengê xwe bidinê? Tişta kirine tenê binçavkirin, girtin, îşkencekirin û kuştina me ye. Ev der axa Kurdistanê ye. DEM Partî jî partiya vê derê ye. Em jî li axa xwe û partiya xwe xwedî derdikevin. Ev du serdemin ku qeyûman tayînî bajarê me dikin. AKP û qeyûm bi salan e ji bo gel çi kirin? Bila her kesek destê xwe dane ser wijdana xwe, tişta kirine ew e ku şaredariyê xistine bin deynan. Niha endamên AKP’î bi ser bikeve jî, ma dê ji  me re çi bike? Wekî her kesekê ew jî dê berîka xwe tije bike.”    ‘COLEMÊRG KELEHA BERXWEDANÊ YE’   Aydin Yakin jî da zanîn ku ew ê dengê xwe bidin DEM Partiyê û wiha got: “Partî û kesên niha pereyan belav dikin, ma heya niha li ku derê bûn? Çima di dema hilbijartinê de belav dikin? Tenê dizanin ji hilbijartinê heya hilbijartinê pereyan belav bikin. Em DEM Partiyî ne. Em ne pere ne jî alîkariya ên din naxwazin. Ji sedî 90’î vî bajarî ji DEM Partiyê ne. Niha pere û alîkariyên tên belavkirin vala ne. Ez serkeftina tevahiya gelê kurd dixwazim. Colemêrg keleha berxwedanê ye, dê tu caran dengê xwe nefiroşe.”   ‘AXAYÊN EŞÎRAN ME TEMSÎL NAKIN’   Ferhat Kaya diyar kir ku ew ê dengê xwe bidin DEM Partiyê û wiha got: “DEM Partî partiya me kurdan e. Em ê dengê xwe bidin partiya ku nûnertiya me û zimanê me dike. Tu axayên eşîran û kesên xwe wek pêşengên civakê dibînin, bila ser navê me ciwanan û eşîra me biryaran nedin. Em ne li gel wan in. Ew nûnertiya me nakin. Namzetê AKP’ê ji me re got ku ew ê park û qadên şînkahiyê çêbikin. Dema ku aramiya me nebe, dayikên me yên ku tirkî nizanin dema diçin şaredariyê û nikarin bi tirkî biaxivin, em ê çi bikin parkê û baxçeyan?”   ‘DERVEYÎ DEM PARTIYÊ DENG JI TU PARTIYAN RE NÎNE’    Welatî Cûmhûr Yakin destnîşna kir ku ew DEM Partiyê weke îradeya gel dibînin û ev tişt gotin: “Em ê dengê xwe bidin DEM Partiyê. DEM Partî ji bo me tiştekê neke jî nûnertiya me dike. Nikarin heya mirinê qeyûman tayîn bikin. Heke bi belaşkirina servîsên nava bajêr bawer bikin dê bi ser bikevin, xwe dixapînin. Gotin ku dê fabrîkayê çêbikin. Li gelek cihan jixwe fabrîkayên namzetê AKP’ê hene. Ma di dema hilbijartinê de hat bîrê ku li vê derê febrîqeyê çêbike?”    Ramazan Bozdag anî ziman ku ew ê ji DEM Partiyê bêhtir dengê xwe nedin tu partiyan û wiha got: “DEM Partî nûnertiya me, ziman û nasnameya me dike. Bi qasî ku dixwazin bila qeyûman tayîn bikin. Em ê dengê xwe bidin xwe, bidin partiya xwe.”   Nîhat Çetînkaya destnîşan kir ku Colemêrg keleha DEM Partiyê ye û diyar kir ku AKP dê bi belavkirina pereyan, nikare bi ser bikeve û wiha axivî: “Em ji ber kurdan û mafên kurdan diparêze piştgiriyê didin DEM Partiyê. AKP çiqas alîkariyê belav bike jî hemû vala ne. Dê DEM Partî bi ser bikeve. Îsmet Olmez bi heft bavikên xwe ve jî were dê nikare bi ser bikeve.”    Halît Yakût anî ziman ku ew pê bawer e ku di hilbijaratinê de dê DEM Partî bi ser bikeve û ev tişt gotin: “Serê me bi DEM Partiyê bilind e. Dengên me namûs e, namûs nayê firotin. Em ê dengê xwe bidin xwe, xwedî li partiya xwe derbikevin. Namzetê AKP’ê servîsan dike belaş, alîkariyên belav dike û gelê Colemêrgê dixapîne. Ewqas polîs û leşker anîn, ji bo hilbijartinê. Hilbijartineke qirêj didin meşandin. Bila her kesek roja hilbijartinê dengê xwe bide xwe û partiya xwe.”    ‘OLMEZ Ê AKP’Î BI SALAN E LI KU BÛ?’   Ahmet Temeş wiha axivî: “Em ê dengê xwe nedin dagirkeran. Em ê Colêmêrgê ji dagirkeran re nehêlin. Bila baweriya xwe bi polîtîkayên qirêj ên didin meşandin, neynin. Colemêrg ya DEM Partiyê ye. Ev du serdem in qeyûm ji bo vî gelî destê xwe nelivand.”   ‘HEYA NIHA LI KU BÛ?’   Baran Kurt anî ziman ku pere ne her tişt e û wiha axivî: “Dê DEM were, dewran vegere. Em ê dengê xwe bi tu awayî nefiroşin. Namzetê AKP’ê bi salan e li ku derê bû? Heke derdê wî nûkirina Colemêrgê be, ev yek çima hat bîra wî?”   ‘DENGÊ ME Û PARTIYA ME DIYAR E’   Bîlal Namoglû da zanîn ku DEM Partî bi gel re tevdigere û got: “Qeyûm ji bo me tiştek nekir. Yên ku îro alîkariyê belav dikin, heya duh li ku derê bûn. Çima di dema hilbijartinê de derdikevin holê û pereyan belav dikin.”   Welatî Emrah Temeş hestên xwe wiha parve kir: “Em ê dengê xwe bidin xwe. DEM Partî zimanê me nasnameya me ye.”    Îbrahîm Acar der barê mijarê de ev tişt gotin: “Partiya ku mafê me diparêze tenê DEM Partî ye.  Qeyûmê ku ev du serdem in tên tayînkirin ne ji bo vî gelî ne jî ji bo ciwanan tiştek nekirin. Çiqas alîkarî were kirin bila werin kirin, dengê me jî partiya me jî diyar e.”    Welatî Serhat Engîn destnîşan kir ku hemû partiyên derveyî DEM Partiyê dixwazin îradeya gel bi pereyan bikirin û wiha got: “Ez ê dengê xwe bidim DEM Partiyê. DEM Partî wekî partiyên din îradeya mirovan bi pereyan nakire. Li cem ciwanan cih û wateya DEM Partiyê cuda ye.”   Mehmet Sevînç jî ev tişt gotin: “Em dengê xwe nadin partiyeke din. Wijdana me vê yekê qebûl nake.”   MA / Mazlûm Engîndenîz