Ji DEM Partiyê li dijî biryara Kobanê berteka ewil: Em ê komployên we pûç bikin 2024-05-16 16:20:18   ENQERE - DEM Partiyê li dijî biryara Doza Kobanê ev bertek nîşan da: “Em ê komployên we pûç bikin, em ê serbikevin, gel dê serbikevin.”   Di danişîna Doza Kobanê ku bi hinceta çalakiyên li dijî êrişên DAIŞ’ê di 6-8’ê cotmeha 2014’an de hatin lidarxistin hatiye vekirin û Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedara jê tên darizandin de biryar tê aşkerekirin.    Têkildarî biryarê berteka ewil ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) hat. Berteka ku li ser hesaba medyaya dîjîtal hatiye parvekirin wiha ye: “Cezayên ku li hevalên me yên di Doza Komployê ya Kobanê de tên darizandin hatin birîn nikarin çavên me bitirsînin. Kesên ku darbe li siyaseta demokratîk dane bila vê bizanin ku em ê komployên we pûç bikin, em ê serbikevin, gel dê serbikevin.”