DEM Partî piştî Doza Kobanê bi awayeke awarte dicive 2024-05-16 16:43:01   ENQERE - MYK’a DEM Partiyê û pêkhateyên wê piştî biryara di Doza Kobanê de dê îşev bi awayeke awarte bicivin.    Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û hevserokên partiyên pêkhateyên wê, dê piştî biryara di Doza Kobanê de îşev bi awayeke awarte dicivin.    Buroya çapemeniyê ya partiyê têkildarî mijarê ev daxuyanî da: “MYK’a me û hevserokên partiyên pêkhateyên me dê piştî biryara di Doza Kompasê ya Kobanê de îşev (16’ê gulanê roja pêncşemê) dê saet di 18.00’an de li Navenda Giştî bi awayekî awarte bicivin.”