YNK: PDK nahêle lê divê hilbijartinê bên lidarxistin 2024-05-19 16:16:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê YNK’ê Seedî Ehmed Pîre da zanîn ku PDK nahêle hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê bê lidarxistin: “Çiqas zû were lidarxistin ji bo heremê ewqas baş e.”   Berdevkê YNK’ê Seedî Ehmed Pîre bi daxuyaniya çapemeniyê bal kişand ser ser sedema pêk neanîna hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê. Pîre da zanîn ku PDK nahêle hilbijartin bê lidarxistin û got; “Zû yan dereng, wê ev hilbijartin bê lidarxistin. Ji bo vê çiqas zû were lidarxistin, ji bo rewşa herêmê baştir e.”   Pîre derbarê rewşa Kerkûkê de jî ev tişt gotin: “Divê aliyên siyasî  ji bo waliyekî ku hemû pêkhateyên Kerkûkê temsîl bike li hev bikin.