Parlamentera CHP’î: Divê em li dijî feraseta qeyûma têbikoşin 2024-06-07 09:53:26   ÎZMÎR - Parlamentera CHP’î Sevda Erdan Kiliç bertek nîşanî biryara tayînkirina qeyûm da û wiha got: “Em neçar in ku li dijî feraseta qeyûm têbikoşin. Divê hemû kesê aligirên demokrasiyê li dijî vê ferasetê deng derbixin.”    Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş di 3’yê hezîranê de hate binçavkirin piştre ji peywirê hate dûrxistin, li şûna wî qeyûm hate tayînkirin. Bertekên li dijî tayînkirina qeyûm her ku diçe zêdetir dibin. Yek ji van jî Parlamanera Partiya Komarê ya Gel (CHP) ya Îzmîrê Sevda Erdan Kiliç e.    ‘ZIRARÊ DIDE PÊVAJOYÊN DEMOKRATÎK’   Kiliç da zanîn ku divê daxwazên gel esas bên girtin. Kiliç daxuyaniya Tayyîp Erdogan a “hiqûq ya hewce bû pêk anî” bi bîr xist û anî ziman ku serokkomarê qala demokrasiyê dike, divê feraseta qeyûm û tundiya li parlamentoyê neparêze. Kiliç destnîşan kir ku nasnekirina îradeya gel bi pîvanên demokrasî û hiqûqê re tu eleqeya xwe nîn e û wiha got: “Ji peywirê girtina serokên şaredariyê û şûna wan tayînkirina qeyûman nîşan dide ku rêz li ber îradeya gel nayê girtin. Ev rewş zirarê dide pêvajoyên demokratîk û di nava civakê de bêbaweriyê ava dike. Civakê ji hev vediqetîne û perçe dike. Şermezariya li Colemêrgê em dijîn, ji peywirê girtina şaredarê hilbijartî, cezayê hefsê yê wekî siparîşê hatiye dayîn ê 19,5 salan, perçeyekî hesabpirsîna siyasî ye. Bi terorkirina fikr û ramanên vê civakê, ji bo vî welatî qencî nîn e, xirabî ye.”   ‘DIVÊ HER KES DENGÊ XWE BILIND BIKE’   Kiliç ser daxuyaniyên Serokkomar Erdogan ên derbarê Filîstînê kiribûn sekinî û axaftina xwe wiha domand: “Em jî li cem gelê Filîstînê ne lê belê dema mijar dibe karsazên kurd û îradeya kurdan helwestekî berovajiyê vê yekê tê nîşandan. Em jî vê yekê qebûl nakin. Lewma divê em li dijî feraseta serok û meclisa şaredariyê berbelav dike têbikoşin. Feraseta tayînkirina qayûm êdî bû edet û bi ser beşekî civakê domandina vê ferasetê jî faşîstî ye. Me vê yekê piştî hilbijartinê li Wanê dît. Min wê rojê jî wiha gotibû, ‘Ya ku îro li Wanê tê kirin dibe ku sibê li Kutahya û Uşakê jî were kirin’. Îro li Colemêrgê pêk hat. Li benda biryarên Dadgeha Bilind in. Dibe ku sibê li Wanê roja şûndatir li Mêrdînê bibe. Dibe ku her şaredariyên ku wekî wan nafikirin, ev yek pêk were. Dive hemû aligirên demokrasiyê li dijî vê yekê dengên xwe derbixin. Taybetî jî divê parlamenterên hatine hilbijartin di vê mijarê de hestiyartir tevbigerin. Divê destûr nedin welat ji hev veqete. Em wek muxalefet dê her tim piştgiriyê bidin serweriya hiqûqê, xurtbûna saziyên demokratîk û rêzgirtina reveberên xwecihî yên bi hilbijartinê hatine peywirê. Dema em ji bo vê yekê têdikoşin jî dê gavekî jî paş de neavêjin.”