Şandeya DEM’ê û DBP’ê serdana Bêrecûkê kirin 2024-06-15 13:06:05   RIHA - Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari û Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir serdana avahiya DEM Partiyê ya Bêrecûkê ku êriş lê bûbû, kirin.    Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari û Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir serdana avahiya DEM Partiyê ya Navçeya Bêrecûka Rihayê ku 8’ê gulanê de êriş lê bûbû, kirin. Rêveberên DEM Partiyê şandeyê pêşwazî kir.    Tulay Hatimogûllari di serdanê de axivî û bal kişand ser îstîfaya Serokê Şaredariya Bêrecûkê Mehmet Begît ê ji DEM Partiyê hatibû bijartin û di 29’ê nîsanê de îstîfa kiribû û got ew vê îstîfaya ku tercîha gel berovajî kiriye qebûl nakin. Hatimogûllari destnîşan kir ku îstîfaya ji partiya wan jî cureyek tayînkirina qeyûm e û ew ê rê nedin qeyûman.    MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ    Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî axivî û anî ziman ku ew ê li dijî êriş, qeyûman û îstîfaya li Bêrecûkê têkoşîn û berxwedana xwe mezin bikin. Bayindir xwest ku ew serok şaredar ji serokatiyê jî îstîfa bike û endamên meclisê di şûna wî de serokek nû bijêrin.