Koçyîgît: Çi dibe bila bibe teqez em ê bi ser bikevin 2024-06-19 14:46:41   COLEMÊRG - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyigît bi wesîleya cejnê serdana Şaredariya Geverê kir û got heta ku şaredarî li gel were vegerandin ew ê têkoşîna xwe bidomînin û teqez ew ê bi ser bikevin.    Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û şandeya pê re bi wesîleya Cejna Qurbanê serdana Şaredariya Geverê kir. Parlamenter Huseyîn Olan û Omer Farûk Hulakî jî li gel Koyîgît di serdanê de amade bûn. Hevşaredarên Geverê Şoreş Dîrî û Şadiye Kirimizigul û encumenan şandeyê pêşwazî kir.    Gulistan Kiliç Koçyîgît di serdanê de axivî û diyar kir ku di serdema ku desthilatdarî ditengije êrişî kurdan dike û got: “Desthilatdarî bi van êrişan dixwaze hemû destkeftiyên gelê kurd tune bike. Tu rewabûna tayînkirina qeyûman nîne. Heke ku em hemû rêxistinên sivîl û partiyên siyasî bibin yek û gel piştevaniya me bike, em ê rê li ber zilmê bigirin. Em ê her li ber qeyûm rabin û li ber xwe bidin. Heta ku qeyûm biçin em ê têkoşîna xwe bidomînin. Heta ku Şaredariya Colemêrgê li gelê Colemêrgê bê vegerandin, wê têkoşîna me bênavber berdewam bike.”   DEM PARTÎ LI STENBOLÊ MITÎNG LI DAR DIXE    Koçyîgît destnîşan kir ku ew ê li dijî desteserkirina îradeya gel li Stenbolê mitîngek mezin li dar bixin û ew ê di mitîngê de behsa zilma desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bikin û rê nedin desteserkirina îradeya gel û şaredariyên gel. Koçyîgît da zanîn ku ew ê bi van mitîngan bidin nîşandan ku çi dibe bila bibe wê li ber xwe bidin û got: “Têkoşîn û berxwedana gelê Geverê û Colemêrgê her dem ji o gelê kurd bûye mînak û rêber. Çi dibe bila bibe em ê teqez bi ser bikevin. Dîrok wê berxwedêran binivisîne. Dîrok wê berxwedana gelê Gever û Colemêrgê binivisîne. Kesên zilm li xelkê me dikin helbet wê rojek herin ser sergoyan. Bila gumana kesî jê nebe em ê li ber xwe bidin.”