DEM Partiyê ji bo şewata Amed-Mêrdînê pêşniyaza ‘herêma karesatê’ kir 2024-06-24 16:41:59   ENQERE - DEM Partî ji bo herêmên ji ber şewata Amed û Mêrdînê bandor bûne wek herêma karesatê were îlankirin pêşniyazqanûn da Meclisê.    Serokwekîlên Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît û Sezaî Temellî ji bo herêmên ji şewata Amed û Mêrdînê bandor bûne wek herêma karesatê were îlankirin pêşniyazqanûn dan TBMM’ê. Di pêşniyazqanûnê de hat diyarkirin ku windahiyên can û mal ên gundiyan zêde ne, jîngehên gundiyan tune bûne û hat diyarkirin ji bo herêmên ji şewatê bandor bûne  wek herêma karesatê îlankirin, bûye ferz.    Di pêşniyazqanûnê de hat gotin ku mudaxilenekirina rayedaran rê li ber karesatê vekiriye û ev tişt hatin gotin: “Şewat bondorekî giran li ser mirovên li hêmê kir û divê pêdiviyên wan yên sereke û hewcehiyên wan werin bersivandin. Piştî şewatê herêmekî mezin a daristan, zeviyên çandî û jingeh tune bûn, zeviyên cotkaran û berhemên çandî zirar dîtin. Ev yek bi ser aboriya herêma ku debara xwe bi cotkarî û sewalkariyê dike, neyînî bandor kiriye, zirarekî mezin daye cûreyên zindiyan. Şewat zirarekî mezin daye jîngehan, sedan malbatan bêyî avahî hiştiye, çavkaniyên debarê ji holê rakiriye, zirat daye binesaziya av û ceyranê û bi awayekî demdirêj bandora aborî, civakî û derûnî kiriye.”    DIVÊ HERÊMA KARESATÊ WERE ÎLANKIRIN   Di pêşniyazqanûnê de hat destnîşankirin ku ji ber sedemên diyarkirî herêm wek herêma karesatê were îlankirin û ev tişt hatin gotin: “Divê gelê li herêmê li hember encamên karesatê tenê neyê hiştin. Divê bi teklîfê sererastkirina hewce ya windahî bi lezgînî werin pêkanîn, çavkaniyên hewce demildest werin dayîn û xebatên başkirinê yên demdirêj werin destpêkirin.