DEM Partiyê têkildarî mûçeyê teqawîdan û mûçeyê kêmtirîn pêşniyazname da 2024-07-19 14:39:04 ENQERE - DEM Partiyê ji bo ku mûçeyê teqawîdan ê kêm û mûçeyê kêmtirîn bibe 32 hezar lîre û xercên ketin û derketina welat bên rakirin, pêşniyazname da Serokatiya Komîsyona Plan û Budçeyê.    Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Heval Bozdag, Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Hakki Sarûhan Olûç, ji bo ku mûçeyê teqawîdan ê herî kêm û mûçeyê kêmtirîn bibe 32 hezar lîre û xercên ketin û derketina welat bên rakirin, 3 pêşniyazname pêşkeşî Serokatiya Komîsyona Plan û Budçeyê kirin.    Di pêşniyazpirsên hatin pêşkeşkirin de hate diyarkirin ku her roja ku diçe bihabûn zêdetir dibe û bal hate kişandin ku li hawîrdoreke ku enflasyon li gorî reqamên fermî gihiştiye ji sedî 75’ê û li gorî lêkolînerên serbixwe gihiştiye ji sedî 120’an debara bi mûçeyê kêmtirîn ne gengaz e. Di pêşniyaznameyê de hate diyarkirin ku divê mûçeyê kêmtirîn ê herî kêm û mûçeyê kêmtirîn bibe 32 hezar lîre.