DEM Partî û HDP’ê serdana Hewlêrê kirin 2024-07-25 17:24:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterên DEM Partiyê û nûnerên HDP’ê yên Herêma Kurdistanê li Hewlêrê hin rêze serdan kirin.    Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Newroz Ûysal Aslan, Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û nûnerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Herêma Kurdistanê Hîkmet Hatîp û Sitki Vakar li Hewlêrê serdana Tevgera Gel a Demokratîk a Kurdistanê, Yekitiya Parlamenteran a Kurdistanê û Komeleya Jinên Azad kirin.     Di serdanan de geşedanên li Herêma Kurdistana Federe, pirsgirêkên li wir, êrişên niha li wir berdewam dikin û rewşa Tirkiyeyê hate axaftin. Di hevdîtinan de her wiha tecrîda mûtleq a li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate axaftin û hate destnîşankirin ku bi rakirina tecrîdê û azadiya Abdullah Ocalan hemû pirgirêkên li Kurdistanê dê çareser bibin.    Hate diyarkirin ku şande dê serdanên xwe li Hewlêr û Silêmaniyê berdewam bike.