DEM Partî: Têkildarî hevşaredarê ku li Êlihê were hilbijartin pêvajo didome 2024-07-29 18:35:28   ENQERE - Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a DEM Partiyê têkildarî Şaredariya Êlihê daxuyanî da û wiha got: “Em ê xeta xwe ya şaredariya civakî ku me ji Edîp Solmaz mîrat girt li Şaredariya Êlihê zindî bihêlin.”   Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî Şaredariya Êlihê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pêvajoya têkildarî hevşaredarê ku li Şaredariya Êlihê bê hilbijartin berdewam dike.     Lijneyê di daxuyaniya xwe de pêvajoya di hilbijartinên herêmî de qewimî vegot û da zanîn ku lijneyên wan ên têkildar piştî hilbijartinê bi avaniyên xwe yên rêxistinkirî hatine bahev û têkildarî pêvajoya nû nîqaşên berfireh meşandine. Lijneyê wiha domand: “Têkildarî hevşaredarê nû bê hilbijartin nirxandinên berfireh hatin kirin û hin nav hatine pêşniyarkirin. Di van pêşniyarên hatin kirin de tu nav, ji pêşniyaran wêdetir derbas nebûne û ji aliyê organên berpirsyar ên partiya me ve tu kes nehatiye diyarkirin.   RÊGEZ Û PÎVANÊN ME JI ALIYÊ GELÊ ME VE TÊN ZANÎN     Di hin organên çapemeniyê de li ser navê endamê Meclisa me ya Şaredariyê Ferah Solmaz hin axaftin cih girtin. Em dixwazin diyar bikin ku nayê qebûlkirin ku mijarên di nava partiyê de bi hin organên çapemeniyê re bên axaftin û nîqaşkirin. Ev yek ji çanda me ya partiyê dûr e. Rêgez û pîvanên partiya me ji aliyê herkesê ve tên zanîn. Rastiyeke ku pratîkên Ferah Solmaz ne li gorî rêgez û pîvanên me ne û di heman demê de ji aliyê civakê ve jî nayên qebûlkirin.    MÎNA ROJA DESTPÊKÊ CIHÊ XWE DIPARÊZE    Edîp Solmaz û malbata wî ji bo partiya me weke roja ewil cihê xwe diparêze. Lê kesekî ku pratîkên wî ji aliyê civakê ve nayên qebûlkirin, hewl dide malbata Solmaz û partiya me bîne hemberî hev. Ev hewldan pûç û vala ne.    HEWLDANEKE LI DIJÎ REŞKIRINA PARTIYA ME YE    Partiya me ji roja ewil ve li ser esasê modela hevşaredariyê bi israr û bi biryar e ku Şaredariya Êlihê bi rê ve bibe. Li dijî her cure êrîşên hêzên qirêj me dev ji vê helwesta xwe berneda û em ê dev jê bernedin. Dîsa em diyar dikin ku haya me ji hewldanên hin komên ku di vê pêvajoyê de gav avêtine heye da ku partiya me reş bike û bide nîqaşkirin.   PÊVAJO JI ALIYÊ PARTIYA ME VE BERDEWAM DIKE   Pêvajoya der barê hevşaredariyê ku dê di Şaredariya Êlihê de bê hilbijartin ji bo partiya me berdewam dike. Di çarçoveya pêşniyaran de komîteyên rayedar û pêwendîdar ên partiya me, ji bo bi hişekî hevpar bigihêjin biryara rast, di nava hewldanan de ne. Pîvana me ya sereke ew e ku kesê em ê weke hevşaredar destnîşan bikin li gorî rêgez û pîvanên partiya me ye û di civakê de xwedî avabûneke ku tê qebûlkirin.   PÊVAJO WÊ DI DEMEKE KURT DE BI ENCAM BIBE    Partiya me wê vê pêvajoyê di demeke kurt de bi encam bike û di encama pêşniyarên avahiyên me yên rêxistinbûyî û nirxandina komîteyên me yên pêwendîdar de biryarekê bide. Em ê xeta xwe ya şaredariya civakî ku me ji Edîp Solmaz mîrat girt li Şaredariya Êlihê zindî bihêlin.”