SOLDEP: Dixwazin zemîna têkoşîna hevpar a bi kurdan re tune bikin 2024-09-11 09:24:18 ENQERE - Serokê Giştî yê SOLDEP’ê Denîz Can Aydin diyar kir ku îfadeya “Misogerkirina mafên gelê kurd” a di rêziknameya wan de weke sûc hatiye dîtin û wiha bertek nîşan da: “Dixwazin zemîna têkoşîna hevpar a bi kurdan re tune bikin û li dijî vê hewceye em têkoşîna yekbûyî birêxistin bikin.”  Partiya Sosyalîstan (SOLDEP) damezirandina xwe ragihand û di 10’ê tîrmehê de ji bo rêziknameya fermî serî li Wezareta Karên Hundir da. Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ji ber hinek hevokên di rêziknameyê de, di 2’yê îlonê de hişyarname şand. Di hişyarnameyê de hate gotin ku hevoka “Di serî de gelê kurd, mafên bingehîn ên destûra bingehîn û qanûnî yên gelên bindest bi awayekî eşkere divê bên misogerkirin” û “Mafê tayînkirina qedera xwe ya neteweyan” weke li dijî destûra bingehîn hatin diyarkirin û hat xwestin ku ji rêziknameyê bên derxistin.      Serokê Giştî yê SOLDEP’ê Denîz Can Aydin têkildarî mijarê axivî û got ku meseleya behsa xeberê ne meseleyeke teknîkî ye û tişta tê xwestin were derxistin nêrîna wan e.    Aydin, anî ziman ku madeyên behsa xeberê parastina maf û azadiyên gelê kurd a di asta destûra bingehîn de ye û ji hêla Neteweyên Yekbûyî (NY) ve jî ev maf hatine parastin. Aydin, wiha got: “Di hişyarnameyê de gotinên weke ‘Ji bilî tirkan nabe ku qala tu neteweyên din were kirin’, ‘Dikare jê re welatiyên koka wan kurd were gotin’, ‘nabe ku qala perwerdeya bi zimanê dayikê were kirin’ û ev jî ‘li dijî yakparetî û nedabeşbûna dewletê ye.’”    ‘DIXWAZIN ŞIRÎKATIYA TÊKOŞÎNÊ JI HOLÊ RAKIN’    Bi domdarî Aydin anî ziman ku li dijî vê hişyarnameyê li pêşiya wan du rê hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ya yekemîn; dê li dijî vê îtîraz bikin, ya duyemîn jî dê di nava 60 rojan de rêziknameyê sererast bikin. Em ê nivîseke ku vedibêje bê ka madeyên behsa xeberê çima ne li dijî destûra bingehîn in ji Dadgeha Bilind re bişînin. Em ê li wir têkoşîneke hiqûqî bimeşînin. Divê mirov ji Doza Kompasê ya Kobanê ve qala vê hişyarnameyê bike. Cezayên di wê dozê de li sosyalîstan hatine birîn, di esasê xwe de ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê kurd û ya sosyalîstan nebe yek, gefek bû. Bi vê hişyarnameyê jî dixwazin têkoşîna hevpar a sosyalîstan û tevgera kurd tune bikin û zemîna wê nehêlin. Refleksekî dewletê ye.”    TIRSA SERDESTAN   Di berdewamê de Aydin got ku di navbera sosyalîstên tirkiyeyî û kurdan de têkiliyên qewî hene û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo avakirina xetên têkoşîna yekbûyî zemînên tifaqên nû tên avakirin û di rewşeke wiha de dewlet bi vê refleksa xwe nîşan dide bê ka ji vê çiqas ditirse û dixwaze tune bike. Weke partî banga me ya eşkere ev e; têkoşîneke piralî di serî de ya gelê kurd, bi têkoşîneke yekbûyî ya gelan pêkan e. Xuyaye ku dewlet tehemûla vê têkoşîna yekbûyî nake û vê peyamê dide.”    ‘DIXWAZIN GELÊ KURD BI TENÊ BIHÊLIN’    Aydin, bi lêv kir ku serdest naxwazin tevgera kurd têkildarî Tirkiyeyê gotina xwe bike û ev tişt anî ziman: “Tevgera kurd ji bo Tirkiyeyê fikran pêş dixe û ev jî serdestan aciz dike. Ev yek, ji avakirina HDP’ê heta niha, bertekeke li dijî têkoşîna demokratîkbûnê ya tevgera kurd bû. Dixwazin gelê kurd bi tenê bihêlin. Ya din jî naxwazin sosyalîst li gel kurdan têkildarî Tirkiyeyê gotinekê bikin. Zemîna sosyalîst û kurd tên gel hev, krîmînalîze dikin. Heke bêyî tirsê em bên gel hev wê demê dikarin vê rewşê ji holê rakin. Divê zemîna têkoşîna yekbûyî were nîqaşkirin.”    BANG KIR   Aydin, axaftina xwe wiha qedand: “Dixwazin me di nava qadekî biçûk de bisînor bikin. Divê tevgera kurd û sosyalîstên tirkiyeyî bikarin xîtabî derveyî wê qadê bikin. Weke Partiya Sosyalîst, li gorî me niha pirsgirêka herî lezgîn nebûna têkoşîna yekbûyî ye. Lewma em banga avakirina zemîna têkoşîna yekbûyî li hemû sosyalîst û bindestan dikin. Ya din jî li dijî van polîtîkayên înkarger, yekperest û pişaftinê, divê hemû şoreşger, demokrat û raya giştî dengê xwe derxîne, piştgiriyê bide û helwesta xwe nîşan bide.”