Keskîn Bayindir: Têkoşîna me ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û azadiya Abdullah Ocalan e 2024-11-08 11:51:55 MÊRDÎN - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku bala wan esasî li ser azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan e û wiha got: “Azadiya birêz Ocalan dê bibe çareseriya meseleya kurd. Dê bingeha berxwedan û têkoşîna me ev be.”    Di serdemeke ku li Tirkiyeyê têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd nîqaş tên kirin de îktîdarê li şaredariyên Bajarê Mezin ê Mêrdînê û şaredariyên Êlih û Xelfetiyê qeyûm tayîn kir. Gelek derdoran tayînkirina qeyûman weke israra di neçareserkirina pirsgirêka kurd de pênase kirin.    Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd, rola Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û tayînkirina qeyûman axivî.    Bayindir, bi bîr xist ku di cotmehê têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd û azadiya Abdullah Ocalan îktîdar hinek nîqaşan dimeşîne. Bayindir, bal kişand ser girîngiya kampanyaya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di qada navneteweyî de hatiye destpêkirin û wiha got: “Gelê kurd û dostên wan ev 2 sal in li her devera cîhanê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan têdikoşe. Her wiha 69 kesên Xelata Nobelê wergirtin bang kirin. Têkoşîna gelê kurd, hemû kesên azadîxwaz û bindest daxilî vê pêvajoyê kir û veguherandin têkoşîna ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan.”    ‘OCALAN DIXWAZE LI SER BINGEHA DESTÛRA BINGEHÎN ÇARESER BIKE’    Bayindir, bi lêv kir ku êdî nîqaş li ser çareseriya pirsgirêka kurd û azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan tên kirin û ev tişt anî ziman: “Birêz Ocalan dixwaze pirsgirêka kurd li ser bingeheke demokratîk û destûra bingehîn çareser bike. Ev mijar li Tirkiyeyê necidî û bi dilekî nexweş tê nîqaşkirin. Îktîdara AKP-MHP’ê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û azadiya birêz Ocalan nexşerêyeke zelal nîşan nade. Li gorî pêdiviyên xwe nîqaş dikin. Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ji 1993’yan heta niha di vê meseleyê de îradeya xwe nîşan dide. Hêj jî xwedî heman seknê ye. Dixwaze vê meseleyê li ser bingeheke demokratîk û statûyeke di destûra bingehîn de cih digire çareser bike. Di vê nexşerêyê de jî biisrar e.”    Têkildarî hevdîtina Parlamenter Omer Ocalan a li Îmraliyê jî Bayindir ev nirxandin kir: “Di hevdîtinê de birêz Ocalan got; ‘Ez hem ji hêla teorîk hem jî ji hêla pratîkî ve dikarim meseleyê çareser bikim û ji zemîna tundî û pevçûnan derxînim.’ Lê em dibînin ku îktîdara AKP û dewletê çareseriya pirsgirêka kurd di çarçoveya ‘şer’ û ‘terorîzmê’ de dibîne û êriş dike. Ji 1’ê mijdarê ve bi sedan heval û rêhevalên me bi operasyonên siyasî û leşkerî re rû bi rû man. Îktîdar, şer û tundiyê girantir dike. Niha jî qeyûm tayînî îradeya gelê kurd kirin. Armanca ji vê em dizanin. Divê kurd ji rojevên xwe yên esasî dûr nekevin. Rojeva me jî çareseriya pirsgirêka kurd û azadiya birêz Abdullah Ocalan e.”    ‘KURD ÊDÎ HÊZEKÎ NAVNETEWEYÎ NE’   Bi domdarî Bayindir got ku her cara aqilê dewletê û îktîdar dixitime serî li xespkirina îradeyê, operasyonên leşkerî û hwd. didin. Bayindir, wiha got: “Polîtîkayên wan bi vî rengî bûn. Lê dema em li rewşa Rojhilata Navîn, Kurdistan û Tirkiyeyê dinêrin, dibînin ku polîtîkayên AKP-MHP’ê xitimî ne. Şert û merc û hevsengiyên Rojhilata Navîn diguherin. Meseleya kurd êdî bûye meseleyeke navneteweyî. Gelê kurd êdî bûye hêzekî navneteweyî. Lewma îktîdara AKP’ê nikare wiha bi erzanî nêzî têkoşîn û îradeya gelê kurd bibe. Ji 2016’an heta niha qeyûman tayînî îradeya gelê kurd dike. Erê baş e we çi bi dest xist? Tu tiştek bi dest nexistin.”    ‘EM TUNEHESIBANDINA ÎRADEYA GELÊ KURD QEBÛL NAKIN’    Keskîn Bayindir diyar kir ku ji bilî înkar, zilm û pişaftinê tu polîtîkayeke îktîdarê nîne û wiha pê de çû: “Heke pêvajoyek bi pêşengtiya birêz Ocalan were destpêkirin, em ê piştgiriyê bidin. Dê ev yek li Tirkiyeyê deriyê gelek tiştan veke. Dê bibe sedema aramiya li Tirkiye û Kurdistanê. Nexwe dê gelê kurd, rêxistin û saziyên me li ber xwe bidin. Lê em rêya çareseriyê jî nîşan didin. Bahçelî îro li gorî sînor û zimanê xwe qal dike. Çi dibe bila bibe û kengî dibe bila bibe çareserî dê bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û statûya makeqanûnî ya çareseriya pirsgirêka kurd bi encam bibe. Ji bilî vê tu çareseriyên din bi ser nakevin. Her alî li gorî xwe dinirxîne. Ev ne meseleyeke wisa ye ku bi veşarî were nîqaşkirin. Muxatabê meseleya kurd diyar e. Heke pêvajo bi pêşengtiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan be, em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin. Em ji bo vê amade ne. Em ê tunehesibandina îradeya gelê kurd qebûl nekin.” Gelê kurd îro li her kolana Kurdistanê li ser pêya ye û li ber xwe dide.”    'BALA ME LI SER AZADIYA OCALAN E’   Bayindir, daxuyand ku dê têkoşîna gelê kurd di çarçoveya çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û azadiya Abdullah Ocalan de be û ev nirxandin kir: “Lewma di têkoşîna gelê kurd de xitimînek tune ye. Ya ku xitimî AKP-MHP ye. Bi tayînkirina qeyûman me dît ku di ajandaya wan de nexşerêya çareseriyê tune ye. Desteserkirina vîna gelê kurd heye. Heman rêbazan diceribînin. Bila her kes bizane ku dê tu caran nekarin encamê bi dest bixin. Heke Tirkiye di vê polîtîkayê de israr bike dê bi serûser bikeve. Gelê kurd êdî hêzeke navneteweyî ye û hêza me ji ya îktîdara AKP’ê û dewleta Tirkiyeyê jî mezintir e. Divê her kes baş bi vê bizane. Em ê ji bo çareseriya meseleya kurd û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah têbikoşin. Ji her alî ve xebat û têkoşîna me dê di vê çarçoveyê de be. Dê esasê berxwedan û têkoşîna me ev be. Bila bi vê bizanin. Em ê li Kurdistanê berxwedaneke dîrokî raber bikin.”    ‘XELK MUXATAB NÎŞAN DA’   Bayindir, bal kişand ser mitînga 13’ê cotmehê ya li Amedê û axaftina xwe wiha qedand: “Gelê kurd careke din nîşan da ku muxatabê esaî birêz Abdullah Ocalan e. Mesele, dikare bi pêşengtiya birêz Ocalan çareser bibe. Ev meseleye dikare bi azadiya birêz Abdullah Ocalan çareser bibe. Gelê kurd rê nîşan da û êdî yên ku d3e biryarê bidin îktîdara AKP-MHP’ê ye. Di polîtîkaya înkar û tunehesibandinê de israr dikin. Em dixwazin ev meseleye bi pêşengtiya birêz Ocalan bê çareserkirin. Hemû sazî û rêxistinên me li ser vê esasê têdikoşin.”    MA / Şîlan Çîl - Omer Akin