Buldan: Em ê hesabê hilweşandina peykerê Ugur Kaymaz bipirsin 2018-06-06 17:30:59   MÊRDÎN – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan li Qoserê axivî û got: “Em ê hesabê hilweşandina peykerê Ugur Kaymaz ê 12 salî ku bi 13 guleyan qetil kirin di 24’ê Hezîranê de bipirsin.”    Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di çarçoveya xebatên hilbijartina 24’ê Hezîranê de li Artuklu û Qoserê bi gel re hat cem hev. Buldan û heyeta pê re, li Duriya navçeya Şemrexê ya Mêrdînê ji aliyê sayasetmedarê kurd Ahemt Turk, wekîlê HDP’ê Erol Dora û Mîthat Sancar, namzetên HDP’ê yên Mêrdînê, Dayikên Aştiyê û girseyek qelebalix a gel ve hatin pêşwazîkirin. HDP’î bi sedan karwanê wesayîtan berê xwe dan buroya hilbijartinê ya dê vekirina.    Seranserî rê konvoy ji aliyê welatiyan ve hat pêşwazîkirin û ajokarên kamyonan bênavber li kornoyan dan. Konvoya HDP’ê li ber buroya HDP’ê ji aliyê girseyak gelebalix bi berzkirina dirûşmeyan, tîlîlî û çepikan hatin pêşwazîkirin. Buldan û heyeta xwe qurdeleya buroyê birîn û dûre konvoyê berê xwe da Sûka Mêrdînê ya dîrokî û Buldan û heyeta li gel wê esnafên Mêrdînê û welatiyan silav kirin. Konvoyê pişt re berê xwe da Qoserê.    Welatiyên ku dengê stranên ji otobusa hilbijartinê lê dida bihîst herikîn ser kolanan û konvoyê pêşwazî kirin. Konvoyê gihîşt ber buroya hilbijartinê ya Qoserê û ji aliyê lehiya mirovan ve bi kelecanek germ hat pêşwazîkirin. Gel bi otobusê re heta ber avahiya HDP’a Qoserê meşiya û Turk û Buldan li vir xîtabî gel kirin.    TURK: HILBIJARTINA GUHERÎN Û VEGUHERÎNÊ YE    Siyasetmedar Ahmet  Turk axaftinek kurt li vir kir û got: “Hilbijartina 24’ê Hezîranê yek ji hilbijartinên herî girîng a li Tirkiyeyê ye. Gelê kurd, yên baweriya wan bi demokrasiyê tê û hemû kedkar li benda rojek dîrokî ku dê azad bibin sekinîne. Ev hilbijartin hilbijartina guherîn û veguherînê ye. Wê carek din demokrasî were ser rûyê vê axa pîroz. Em ê bi ser bikevin Siberoj di destê me de ye. Heke em biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin xwe wê mohra xwe li azadî û aştiyê bixin em ê wê demê dikaribin vê pergalê biguherînin. Tenê ne hilbijartinek ji rêzê ye, hilbijartinek xwedî derketina vîn û zimanê me ye.”    BULDAN: LI DIJÎ ÎNKARÊ ME HER TIM LI BER XWE DA    Piştî Turk, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan derket ser otobusê û gel wê bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” pêşwazî kir. Buldan xîtabî gel kir û ev tişt got:    “Bajarê qedîm Mêrdînê wek rengê HDP’ê ye. Wê di 24’ê Hezîranê de zilm û zext bi dawî bibin. Dîrokek ku dê mezlûm li dijî zilmkaran serî rakin e. Ev 16 sal e AKP welat bê edalet birêve dibe. Em her tim li dijî van zilmkaran derketin û me li ber xwe da. Di dîroka derbasbûyî de me înkar kirin. Niha jî înkar dikin. Desthilatdariyek kurdan înkar bike, tu tiştekî nikare bide vî welatî.    ‘EM Ê HESABÊ PEYKERÊ UGUR BIPIRSIN’    Em ê dest ji doz û têkoşîna xwe ya azadiyê bernedin. Hed û hesabê êş û bedelê li ser vê axê hatine dayîn nîne. Gelê kurd wek şopdarên riya Mehmt Sîncar û Musa Anter dizanin li ber xwe bidin û dê li ber xwe bidin jî. Me vîna xwe hilbijart û ew jî wan digirin û dişînin girtîgehan û qeyûm tayînî şûna vîna we dikin. Qeyûm bi awayekî fermî heqaretê li nirxên kurdan dike. Peykerê Ugur Kaymaz ê 12 salî ku bi 13 guleyan qetil kirin rakirin. Em ê hesabê van hemûyan di sindoqan de bipirsin.   Partiya ku wê çarenûsa Tirkiyeyê diyar bike HDP ye. Wê Mêrdîna rengîn her 6 wekîlên xwe jî bişîne Meclîsê. Mêrdîn cihê bawerî û netewan e.”   Piştî axaftinê Buldan û heyeta pê re ji bo bernameya fitarê derbasî Nisêbînê bûn.