Taşçier: Bi yekîtiya kurdan dê demokrasi bê Tirkiyeyê 2018-06-07 09:27:09 AMED – Namzetê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier, destnîşan kir ku heta pirsgirêka kurd çareser nebe dê demokrasi neyê Tirkiyeyê û ji bo çareserkirina pirsgirêkê divê pêşî kurd bên gel hev.  Namzetê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier, di sala 1976’an de di bin banê DDKD’ê d dest bi siyasete kir û piştî darbeya 12’ê Îlonê ew û Vedat Aydin bi hev re demeke dirêj hatin darizandin. Taşçier, di sala 1993’yan de bi êrîşeke kiryar nediyar re rû bi rû ma û di wê êrîşê de hevalên wî Hamît Pamûk û Îkram Han mkirin. Di dema 12’ê Îlonê de DDKD hat girtin, lê belê di sala 2005’an de bi pêşengiya Taşçier dîsa hat vekirin û heta demeke dirêj serokatiya wê kir. Taşçier, di 7’ê Hezîrana 2015’an de di bin banê HDP’ê de bû parlementer û bi hewldanên xwe yên ji bo pêkanîna yekîtiya netewî ya kurd tê naskirin.    Beriya hilbijartina 24’ê Hezîranê, der barê pirsgirêka kurd û girîngiya yekîtiya netewî ya kurd de em bi Taşçier re axivîn.    Taşçier ku got “Yekîtiya netewî ya kurd xeyala min e”, destnîşan kir ku heta ku ew vê yekê pêk neynin dê serketin pêk neye.    Taşçier, bilêv kir ku wan mînaka herî êşbar a di vî warî de di demeke nêz de li kerkûk û Efrînê dîtiye û got: “Eger yekîtiya netewî pêkhatibûna, dê niha kurd li cihekî girîng bûna. Min dît ku HDP ji bo vê yekê vekiriye. Ji ber xebatên wê yên yekîtiya derdorên çep û sosyalist ên Tirkiyeyê û yekîtiya netewî ya kurdan, ez nasnameya xwe ya DDKD’ê diparêzim û niha di nava HDP’ê de têdikoşim. Eger rêxistinên Kurdistanî bên cem hev, dê azadiya kurdan pêk bê.”    ‘GAVA EWIL HATINA CEM HEV A PARTIYÊN KURDISTANÎ YE’    Taşçier, destnîşan kir ku eger yekîtiya netewî ya kurd pêk hatibûna, dê xebatên niha xurtir bûna û got: “Partiyên ku 40 salin nehatine gel hev, ji bo îtifaqê hatin gel hev. Hatina gel hev, gava ewil a îtifaqê ye. Ji HDP’ê danezana hilbijartinê ya ji bo Kurdistanê hat xwestin. Bi vê danezanê re endîşeyên partiyên Kurdistanî ji holê rabû. Bi hatina cem hev mijara xebatê pêk nehat, lê di warê destekê de nêrîneke hevpar heye. HAK-PAR dê bi awayekî serbixwe têkeve hilbijartinê, lê di hilbijartina serkomariyê de dê deng bide Demirtaş, nêrîneke wisa heye. Piştî 40 salan partiyên Kurdirstanî hatin cem hev, ev destketineke mezin e. Ev ji bo di pêş de îtifaq çêbibe, gavên ewil in.”    ‘BI YEKÎTIYA NETEWÎ DÊ DEMOKRASÎ BÊ TIRKIYEYÊ’    Taşçier, bilêv kir ku dê xebatên wan ên ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bidomin û heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe, dê demokrasi neyê Tirkiyeyê.    Taşçier got: “Ev jî tenê bi hatina kurdan a gel hev pêkan e. Ji bo yekîtiya netewî pêk bê em ê bitêkoşin.”    MA / Ozgur Paksoy