Balûken: Ava cewher a Dara Jiyanê aştî ye, teamê wê jî evîn e 2018-06-07 15:52:36 ENQERE – Parlamenterê HDP'ê yê Amedê û endamê Heyeta Îmraliyê Îdrîs Baluken ku girtî tê darizandin, yekem car der barê pêvajoya aştiyê, hilbijar9tin û pirtûka xwe ya ku bê çapkirin de axivî. Baluken got: "Kesên xwestin di şexsê min de pêvajoya çareseriyê ceza bikin dê dawiya dawî vîna aştiyê ya gelê Tirkiye li hemberî xwe bibînin." Baluken, bal kişand ser pirtûka nivîsandiye jî got: "Min xwest ji milî tekoşîna polîtîk bi hêza fikrê ya wêjeyê jî bersîv bidim. Ava cewher a Dara Jiyanê aştî ye. Teamê wê jî evîn e."   Parlamenterê HDP'ê yê Amedê û endamê Heyeta Îmraliyê Dr. Îdrîs Baluken yê li Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê girtî tê darizandin, piştî li Êlihê namzetê HDP'ê hat nîşandan dadgehê bi lez 9 sal û 2 meh cezayê ku lê hatibû birîn erê kir û rê li pêş namzetiya wî girt. Baluken ku endamê Heyeta Îmraliyê ya serdema "Pêvajoya çareseriyê" bû û Wekîlê Serokên Koma HDP'ê bû, ji ber siyaset kir der barê wî de bi giştî 16 sal û 8 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Baluken, piştî danişîna di 4'ê Çileya 2018’an de hat dîtin, dest bi ropana “Uç Kirik Dal / 3 çiqilên şikestî" nivîsand û qedand. Pirtûka ku ji aliyê weşanên Dipnot  ve hat çapkirin dê di 9'ê Hezîranê de di refên pirtûkan de cihê xwe bigire. Baluken piştî namzetiya wî hat xistin, der barê pêvajoyê, hilbijartin û pirtûka xwe ya nû de pirsên Ajansa Mezopotamya (MA) bersivand.    Baluken, pirsên ajansa me MA'yê bi riya parêzeran berivand. Baluken, ewil der barê 9 sal û 2 meh cezayê ku dadgehê piştî diyarkirina namzetiya wî erê kir, nirxandin kir û wiha got: "Piştî namzetiya min diyar bû hêj 24 sal derbas nebû bi lez û bez ceza erê kirin. Ev nîşan dide ku çiqas biryarek siyasî ye. Em dibînin ku ev biryar ne li gorî krîterên hiqûqê ye. Hem naveroka biryarê, hem jî dem pir bi wate ye. Ji ber vê yekê gel jî dê di 24'ê Hezîranê de bersîvek bi wate bide. "    'DI ŞEXSÊ MIN DE PÊVAJOYA AŞTIYÊ TECRÎD DIKIN'   Baluken, 16 salû 8 meh cezayê ku lê hati birîn jî nirxandin kir û wiha axivî: "Pêvajoya çareseriyê ji bo gelê Tirkiye nefes bistîne û bi aramî bijî, ji sedî 80 gelê Tirkiye erênî dît û piştgirî da. Xebatek bi rûmet û bi nirx a aştî û çareseriyê ye. Kesên ku di şexsê min de xwestin pêvajoya çareseriyê ceza bikin dawiya dawî dê vîna gelê Tirkiye ya aştiyê dixwaze li hemberî xwe bibîne. Em bi pirsgirêka ku zêde Tirkiye dişewitîne re mijûl bûn. Ji bo aştiyek mayinde em têkoşiyan. Têkoşîna me ya bê tirs û bê rawestandin ji bo gelê Tirkiye ye. Pêdiviya gel bi aştiyek bi rûmet heye. Lê îktîdarê pêvajo bi operasyonan xerakir û guhert. Bila her kes zanibe ku yê li vir di bin tecrîdê de ye, ne Îdris Baluken e. Vîna milyonan gel di bin tecrîdê de ye. 6 milyon  kes di bin tecrîdê de ye."    LI DIJÎ HDP'Ê KOMKUJIYA SIYASÎ PÊK TÊ   Baluken, bal kişand ser operasyonên li dijî HDP’ê û wiha berdewam kir: "Hemû operasyonên li dijî HDP'ê pêk tên, operasyonên komkujiyên siyasî ne.  Hem wekî endamekî heyeta Îmraliyê, hem jî wekî WekîlêSerokên Koma HDP'ê ku di pêvajoya çareseriyê de min li Parlamentoyê li dijî AKP’ê muxalefetiyek çalak nîşan da. Lê dema ez binçavkirim, polîsekî memûrê dewletê destê xwe danî ser serê min. Ez vîna 6 milyon hilbiêr im. Lê polîsê memûr wekî tolê hilîne û vîna gel bieciqîne di şexsê min de nêzîkatiya hikûmet û dewletê ya li hemberî pêvajoyê nîşan da. Nêzîkatiya li hemberî min nîşaneya şovenîst a dijî pêvajoya ku di şexsê min de dihat meşandin bû."    'BIRYARA GIRTINA MIN ŞERMA DÎROKÊ YE'   Balukên, destnîşan kir ku piştî piştî Dadgeha Cezayên Giran der barê wî de biryara tahliyeyê da, 17 roj şûnde li ser îtîraza dozger dîsa hat girtin û wiha berdewam kir: "Bi pêkanîna li dijî zagon û li dijî hiqûqê yekem car gavek bi vî rengî hat avêtin. Hemû îdîayên di dosyaya min de tev ji axaftinên min pêk tê. Ji dosyayek bi vi rengî biryarek hat dayîn şerma dîrokê ye. Şerma dîrokê ye.  Dema danişîna Serokê me Selahattin Başkan li Kampusa Sincanê hat dîtin, li gel ku me daxwaz kir jî ew neanîn cem me. Ev nîşan dide ku çend kilît li ser kilîtê hatine xistin. Ev nîşan dide ku çiqas ji me ditirsin."     'TENÊ HDP DIKARE PÊDIVIYA DEMOKRASIYÊ PÊŞWAZÎ BIKE'    Baluken, bal kişand ser pêvajoya hilbijartinê û îtîfaqên ku li hemberî HDP'ê hatine avakirin û wiha berdewam kir: "Niha rejîma yek zilam a otorîter, îtîfaqa Cumhurê ava kirin. Dîsa îtîfaqa milet ji demokrasiyê dûr e. Li vî welatî tenê HDP dikare demokrasiyê û aştiyê pêş bixe. Ev bedena îtîfaqa AKP-MHP'ê ya ku piştî 7'ê Hezîranê hatiye avakirin nîşan dide. Dermane van îtîfaqan îtîfaqa gel a demokratîk e. Tenê partiya bibe bersîva aştiyê HDP ye. Em dê têkoşîna HDP'ê li her derê berdewam bikin. Ji bo me tişta esas daxwazênk gel in. Avakirina Komara Demokratîk e. Ji ber vê yekê em dibêjin dengekî bidin HDP'ê û dengeki bidin Demîrtaş.    HER SAETEK EM LI DIVIR DIJÎN LI DIJÎ TERCÎDÊ TEKOŞÎNEK POLÎTÎK E    Balûken, herî dawî bal kişand ser pirtûka xwe û sedema nivîsandinê û wiha bi dawî kir: "Salek û nîv e li vir di bin tecrîda giran de girtî me. Armanca vê tecrîdê ewe ku mirov bê qîmet û bê rûmet bike. Bê vîn bihêle. Îşkenceya derûnî ya li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Dixwazin hilberîna mirov têk tune bikin. Dixwazin mirov birizînin. Di van şertan de rêbaza herî baş nivîsandin. Min xwest bi nivîsandinê bersîvê bidin vê polîtîkaya rizandinê.  Her saetek ku em li vir dijîn têkoşînke pholîtîk e. Hemû raya cemaweriyê vê sekna me dizane. Min xwest ji milî tekoşîna polîtîk bi hêza fikrê ya wêjeyê jî bersîv bidim. Jahra lablabka şer a li dora xwe belav dike mirin e. Ava cewher a Dara Jiyanê jî aştî ye. Teamê wê jî evîn e. Min jî der barê jiyana aştî û evînê de ev xebat nivîsand. Bi awayeki xwezayî pêş ket. Di romana min de li dijî şer evîna aştiyê, evîn jî hewldana aştiyê  derdikeve pêş. Ez wekî hemû çavkaniyên xerabiyê şer dibînim. Aştî û evîn jî li dijî vê xerabiyê bi hevre têdikoşin. Piştî Pirtûka Uç Kırık Dal hat weşandin êdî mafê nirxandinê û gotinê yê xwîneran e. Ez rexneyan dipêm."    MA / Hayrî Demîr