Temellî: Em ê di 24’ê Hezîranê de ya şer an jî aştiyê erê bikin 2018-06-07 16:54:12 XARPÊT – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di mitînga partiya xwe ya Xarpêtê de axivî û got: “Detshilat wek beriya 7’ê Hezîranê hatiye rewşa alîkarî ji şer dixwaze. Em ê di 24’ê Hezîranê de ya ji şer re ya jî ji aştiyê re bêjin erê.”    Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî mitîngên partiya xwe ya ji bo hilbijartinê didomîne. Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de Temellî çû Xarpêtê û li vir mitîng li dar xist. Temellî ji aliyê bi sedan welatî ve hat pêşwazîkirin û bi namzetên HDP’ê re li nav bajêr geriya û gel silav kirin. Welatiyan bi çepik û îşaretên serkeftinê konvoya HDP’ê pêşwazî kir.    Mitîng li Qada Îstasyonê pêk hat û her kêliya derbas bû hejmara girseyê zêde bû. Bi hezaran welatî qad tije kirin. Mitîngê bi silavdayîna namzetên HDP’ê yên bajêr dest p3e kir. Namzetên HDP’ê yên Dersimê Alîcan Onlu û Meral Hanbayat Yeşîl jî tev li mitîngê bûn.    ‘EM Ê XARPÊTÊ BIKIN BAJARÊ HÊVIYÊ’    Di destpêkê de Namzetê HDP’ê yê Xarpêtê Cevdet Konak axivî û got: “Demek kin ji 24’ê Hezîranê re ma. Wê gelê Xarpêtê di sindoqan de hêza xwe nîşan bide. 16 sal e welat ji aliyê ferasetek paşverû ve tê birêve birin. Em ê ji faşîzma AKP’ê ku zilmê dike re bêjin oxir be. Wê gelên ku aştî û demokrasiyê dixwaze dê AKP’ê bişîne. Em ê di 24’ê Hezîranê de Xarpêtê bikin bajarê hêviyê.”   Pişt re jî axaftina namzetê Serokomariyê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş a jî Girtîghê bi malbata xwe re axivî û wek mitîng hat binavkirin hat pêşandan.    ‘AKP ÊDÎ JI KETIL JÎ DITIRSE’    Temellî derket ser dikê û gel silav kir. Pişt re Temellî xîtabî gel kir û ev tişt got:    “Ez bi baweriya Şêx Seîd û berxwedana Seyîd Riza we silav dikim. Em li dijî zilmê namzet in û bi hev re. Gelên cuda hatine gel hev  û dixwazin komarek demokratîk ava bikin. AKP herêmê veguherindiye komkujiyê. Dem dema ji rizgarbûna AKP’ê ye. Ya herî baş avê dikeline ketil e. Ava AKP’ê jî baş germ bûye. Bi qasî zarokek ku 13 saliye bigire germ bûye. Çima? Çunkî Demîrtaş gotibû ketil. Hemin hûn wisa guh didin gotinên Demîrtaş, azad berdin bila Em ê di 24’ê Hezîranê de gel dê tirsê kom bike û biavêje ser sergo.   JI MEHAN DÎSA HEZÎRAN E Û DEMA HDP’Ê YE   Li welêt şerek pir dijwar diqewime. Her çiqas gotin şer welat têk birin. Ji bilî kuştin, şer û zilmê tiştek nedan welat. Ji mehan dîsa Hezîran e û dema HDP’ê dîsa hatiye. Tiştê em ê di 7’ê Hezîranê de nîvco hiştin û me Erdogan nekir Serok em ê di 24’ê Hezîranê de nehêlin. Dîsa taktîkên şer dixin meriyete. Tekane tişta ku dizanin şer e. Her roj dibêjin ‘Em ketin Kandîlê’ ha vir û ha wir. Propaganda xwe wiha dikin. Wek beriya hilbijartina 7’ê Hezîranê hawara xwe ji şer dixwazin. Em ne şer, aştiyê dixwazin. Soza wan tenê ji bo ciwanên me şer e. Lê di 24’ê Hezîranê de dê dayikên kurd û tirk AKP’ê ji ji ser text bînin xwarê. Em ê di 24’ê Hezîranê de ji şer û aştiyê re bêjin erê. Biryar di destê me de ye. Şer ji me ne dûr li ber deriyên me ye.”    Temellî axaftina xwe bi gotinên “Bila dost û dijmin tev bizanibe, em bi ser bikevin. Em ê teqez bi ser bikevin. Em ê bibin lehî û biherikin qadan” yên Yilmaz Guney xelas kir.    Mitîng bi strîna hunermend Mîkaîl Aslan bi dawî bû.