Sarihana CHP'î ji Soylu pirsî: Agahiya we ji KGT'ê heye? 2017-10-15 17:24:51   ENQERE - Parlamentera CHP'ê ya Enqereyê Şenal Sarihan, ji Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, revandina xwendekarê Zanîngehê Denîz Bahçecî yê ji aliyê kesên wekî KGT'ê xwe dan naskirin pirsî. Sarihan, ji wezîr Soylu pirsa "Kesên xwe wekî KGT'ê pênase kirin kîne" pirsî.    Parlamentera Partiya Gel a Komarê (CHP) ya Enqereyê Şenal Sarihan, rewşa revandina Xwendekarên Zanîngeha Enqereyê Denîz Bahçecî yê ji aliyê KGT'ê ve hat revandin û berdan û piştre ji ajansa me MA'yê re axîvî bir rojeva meclîse. Sarihan, diyar kir ku xwendekarê Zangoya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê ya Zanîngeha Enqereyê û endamê Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst ji aliyê kesên xwe wekî polîs dane naskirin ve hatine revandin û piştre radestî kesên wekî "Timên Ewlehiya Cemaweriyê (KGT) dane naskirin ve hatine revandin û rastî lêdan û gefan hatiye. Sarihan, bi daxwaza Wezîrê Dadê Abdulhamit Gul û Wezîrê Karên Hundir Sulayman Soylu bibersivînê pirsname da meclîsê.  Sarihan ev pirs pirsîn:    1) Agahiya we ji Tîma Ewlehiya Cemaweriyê ku navê wê di revandinê de derbas dibe heye? Kengî û girêdayî kijan saziyê hatiye avakirin. Çend personel  di bin baneyê wê de dixebitin?    2) Polîsên ku Bahçecî binçav kirin û piştre teslîmî KGT'ê kirin kîne. Van polîsan ev binçavkirin li gorî kijan erkê kirine?    3) Ev kesên ku xwe weki Tîma Ewlehiya Cemaweriyê penase dikin kîne?    4) Piştî îdiayên Deniz Bahçecî der barê van kesan de tu lêpirsîn û lêkolînhatiye kirin? Dozgeran tu lêpirsîn daye destpêkirin?    5) Dê der barê van kesên ku Bahçecî revandin û darp kirin de tu lêpirsînen hiqûqî bê destpêkirin?    6) Heta niha der barê revandina bi zorê çend kesan serî li saziya dewletê daye. Ji bo vê yekê xebatek çawa hatiye kirin?    7)  Berê jî kesên bi heman îdiayê hatin revandin serî li Şaxa İHD'ê ya Enqereyê da. Têkildarî vê yekê Koma Xebata Windakirina Bi zorê ya Neteweyên Yekbûyî xwest lepirsîn bên kirin. Ji bo vê yekê çi gav hatin avêtin.