Berdevka TJA’yê Ata: Mifteya azadiyê li Îmraliyê ye 2018-06-08 16:33:43   BEDLÎS – Berdevka TJA’yê Ayla Akat Ata li Bedlîsê behsa girîngiya hilbijartina 24’ê Hezîranê ji gel re kir û got: “Li ser Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan tecrîd heye. Heta mîmarê çareseriyê Ocalan azad nebe em jî azad nabin. Mifteya azadiyê li Îmraliyê ye.”    Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Bedlîsê di çarçoveya xebatên hilbijartina 24’ê Hezîranê de gundê Boluh ê bi ser navçeya Tetwanê ve ziyaret kir. Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata jî bi jinan re çû gund. Jinên HDP’ê ji aliyê coşa şêniyên gund ve hat pêşwazîkirin. Gundiyan eleqeyek mezin nîşanî jinan da. Jin derî bi derî geriyan û belavokên HDP’ê li malan belav kirin.    ‘HETA BIRÊZ OCALAN AZAD NEBE EM JÎ AZAD NABIN’    Berdevka TJA’yê Ayla Akat Ata axivî û got ku wê silavên jinên girtî yên li Girtîgeha Sîncanê girtîne aniye. Akat Ata wiha got: “Çawa gel li derve li ber xwe dide, li zîndanan jî berxwedan heye û girtî li ber xwe didin. Li ser Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan tecrîd heye. Heta mîmarê çareseriyê Ocalan azad nebe em jî azad nabin. Mifteya azadiyê li Îmraliyê ye. Dem dema azadiyê ye. Dem dema komara demokratîk e. Ev hilbijartin fersendek dîrokî ye. Em di hilbijartina 7’ê Hezîranê de bi ser ketin em ê di vê hilbijartinê de jî bi ser bikevin.”