Derî bi derî digerin û HDP’ê vedibêjin 2018-06-10 09:19:57   ÎZMÎR - Ji hilbijartinê re 14 roj man. HDP'ê lez da xebatên xwe. Ciwanên xebatên HDP'ê dimeşînin, li Îzmirê derî bi derî digerin û HDP'ê vedibêjin û dixwazin her res piştgiriyê bidin HDP'ê.    Ji hilbijartina 24'e Hezîranêre 14 roj man. Bi nêzîkbûna hilbijartinê re Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) lez da xebatên xwe. Ciwanên HDP'î derî bi derî degerin û proje û armanca HDP'ê ji hemû kesan re vedibêjin. Li aliyekî belavokên hilbijartinê belav dikin, li aliyekî armanca HDP'ê vedibêjin. HDP ku herî zêde cih daye jinan û ciwanan, heri zêde xebat jî ji aliyê jin û ciwanan ve tê meşandin. Li Îzmirê jî eleqeya jin û ciwanan a li hemberî xebatê gelek zêde ye. Ciwanê 23 salî Mervan Sincar û ciwanê 26 salî Derkay Tan, namzetên herî ciwan ên HDP'ê yên Îzmirê ne. Tevî namzetan ciwanên din jî eleqeyek mezin nîşanî xebatan didin. Ciwan li Îzmirê derî bi derî digerin û şev û roj dixebitin.    Xwendekara Zanîngehê Esra Rozerin Arslan ku çalak di nava xebatên hilbijartinê de cih digire, diyar kir ku AKP'ê di 16 salan de ji bo ciwanan tiştekî baş nekiriye û ciwan nikarin azad bijîn. Arslan, anî ziman ku jin li kolanan rasti tundiye tên û azadiya wan ji destê wan hatiye girtin û wiha got: "Azadiya jinan û ciwanan dê bi HDP'ê têkeve meriyetê. Guhertin girêdayî HDP'ê ye."    Karkera fabrîqeyê Devrim Îşlî jî diyar kir ku ji ber polîtîkayên dewletê ciwan ketine nava heriyê û wiha got: "Herî zêde polîtîkayên asimilasyonê li pêş in. Jin û ciwan ji nasnameya xwe û ji çanda xwe dûr dikevin. Ciwanên kurd tev li karê tiryakê dibin. Çima îktîdar li dijî tiryakê û karkeriya zarokan tênakoşe. Em dê dengê xwe bidin HDP'ê. Ji ber ku jin û ciwan pêşeroja xwe di HDP'ê de dibînin.    Tekin Kubay ku hêj zarok bû di înşaetan de kar kir jî anî ziman ku li vî welatî mafê zarokan û keda karkeran tê xwarin. Kubay, anî ziman ku hemû karkerên înşaetê kurd in û kurd wekî koleyan dixebitin. Kubay, da zanîn ku wan kuştina Ugur Kaymaz, Ceylan Onkol û gelek zarokên din dît û jibo dawî li kuştina zarokan û karkeriya zaroan bê, xwest hemû kes dengê xwe bidin HDP'ê.