Akşener dengê xwe avêt: Hûn nikarin îrateya hur îtîraz bikin 2018-06-24 11:23:09   STENBOL - Namzeta Serokomariyê ya Partiya ÎYÎ Meral Akşener dengê xwe avêt û got: "Di demokrasiyê de her tişt tê niqaş kirin. Lê tenê vîna hur nayê niqaşkirin. Divê hilbijêr bi vîna xwe ya hur biçin ser sindoqê.    Seroka Giştî û Namzeta Serokomariyê ya Partiya ÎYÎ  Meral Akşener dengê xwe li Lîsteya Haci Sabanci Anadolu ya Beylerbeyî ya Uskudarê dengê xwe avêt. Akşener  piştî dengê xwe avêt, daxuyanî da çapemeniyê. Aşkener, "Em dikevin hilbijartinek pir cuda. Em hem wekîlan û hem jî serokomariyê hildibijêrin. Xwedê bi xêr bike. "Di demokrasiyê de her tişt tê niqaş kirin. Lê tenê vîna hur nayê niqaşkirin. Divê hilbijêr bi vîna xwe ya hur biçin ser sindoqê. Ji bo vîna hur bê xuyakirin çi ji destê me bê em dê bikin." Akşener, diyar kir ku dê biçin Enqere û li Navenda Giştî ya Enqere encam hilbijartinê bişopinin.