Abdullatîf Şener: Di vê pergalê de karê muxalefetê zehmet e 2018-06-26 09:16:08 ENQERE – Abdullatîf Şener encamên hilbijartinê nirxandin û destnîşan kir ku di nav pergala heyî de ku di dest AKP'ê de ye, karê muxalefetê zehmet e, lê belê divê ji derheqê vê zehmetiyê derkeve.  Alîgirê Serokê Giştî yê AKP'ê yê berê û Parlementerê CHP'ê yê Konyayê Abdullatîf Şener, hilbijartina 24'ê Hezîranê nirxand û destnîşan kir ku di pergala heyî de karê muxalefetê zehmet e.    DI NAV VÊ PERGALÊ DE KARÊ MUXALEFETÊ ZEHMET E    Şener, destnîşan kir ku encamên vê hilbijartinê cihê nîqaşê ne û sedema serketina AKP'ê ew e ku hemû derfetên dewletê di dest de ne û wan bi kar aniye. Şener got: "AKP bi her awayî serwerê pergalê ye. Pergala hilbijartinê serwerê pergala civakiyî ye. Erka dewleteke hêzdar di dest de ye. Îktîdarên herêmî û şaredarî di dest de ne, erka darazê, erka çapemeniyê di dest de ne. Hema bêje piraniya civaka sivîl di dest wan de ye. Ji sedî 80 pereyê ku di siyasetê de ji aliyê îktîdarê ve tê xerckirin. DI van şert û mercan de karê muxalefetê zehmet e. Di warê xwevegotinê û danasînê de zehmetiyan dikişîne." Şener, bilêv kir ku ev derfet hemû ji bo AKP'ê depoyên dengan çêkirine û got: "Di vî warî de jî karê muxalefetê zehmet e. Lê jixwe muxalefet talibê vê zehmetiyê ye. Ez hîle û xurdeyên hilbijartinê datînim hêlekê, li wir bi awayekî zêde deng winda ne. Lê divê mirov dev ji têkoşînê bernede û bidomîne."    AKP HÊZDARTIR E LÊ...   “Îktîdarê hêza xwe xurtir kir û hat. Tevî mutefîkê xwe yê nû (MHP) hat. Erdogan di axaftina xwe ya duh de jî girêdana xwe ya ji bo îktîdarê bilêv kir. Tevî mutefîkê wî yê nû weziyeta wî xurtir e. Tevî MHP'ê berî hilbijartinê jî bi gurkirina netewperestiyê kampanya da destpêkirin. Eger mirov li serketinê bigere ew jî aîdî MHP'ê ye. Erdogan, bi vegotina MHP'ê kampanya bi rê ve bir û ev yek jî MHP'ê xweyî kir ku di warê dengan de tesîr lê kir. Qabîliyeteke Erdogan a manwerayeke lezgîn heye. Dibe ku têkeve pêvajyoyeke nerm. Beriya hilbijartinê nîqaşên derbarê efûyê de derketin holê. Beriya hilbijartinê hêvî dan hin hilbijêran. Hilbijêr bi vê hestê kî ew eciqandibe hêviyê têde dibîne. Dê îktîdar van sozên xwe ji bîr bike an na, em ê bibînin. Divê em demekê temaşe bikin.    DIBE ÎTIFAQÊN CUDA ÇÊBIBIN    Wisa difikirim ku ew îtifaqên beriya hilbijartinê çêbûn, dê di meclîsê de dîsa çêbibin. Îtifaqên beriya hilbijartinê dê bidomin an na nizanim. Dê hin partî di kîjan warî de bên gel hev? Partiyek di warê qanûnekê de dibe ku bi partiyeke din re îtifaqan çêbike, di mijareke din de jî bi partiyeke din re...   Meclîseke ku bi temamî ji hikûmetê veqetiyaye heye. Dibe di mijarên cuda de li gor vê yekê hin îtifaq çêbibin."    MA / Kenan Kirkaya