MHP’ê xwest OHAL bidome 2018-06-26 12:10:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgirê Giştî yê MHP'ê Mustafa Kalayci, diyar kir ku li gorî partiya wan hêj talûkeya "FETO" heye û operasyonên li dijî Qendîlê didomin û ji ber vê yekê pêwiste OHAL berdewam bikin.    Cîgirê Giştî yê MHP'ê Mustafa Kalayci, di weşana zindî ya CNN-Turk de diyar kir ku li gorî partiya wan hêj talûkeya "FETO" heye û operasyonên li dijî Qendîlê didomin û ji ber vê yekê pêwiste OHAL berdewam bikin.  OHAL piştî darbeya 15'ê Tîrmeha 2016’an di 20'ê Tîrmeha 2016'an de hatibû îlankirin. OHAL, piştî hat îlankirin her ji 3 mehan carekê dê dirêjkirin. Di 20'ê Hezirana 2018'an de 2 salan li pey xwe dihêle. Erdogan beriya hilbijartinê di nava sozên hilbijartinê de diyar kiribû ku dê OHAL'ê rakin.