Halkevlerî: Koalîsyona AKP-MHP’ê dê krîzê kûrtir bike 2018-06-26 12:11:12   ENQERE - Halkevlerî, diyar kir ku îtîfaqa AKP û MHP’ê ya di 24’ê  Hezîranê de piraniya dengan girt, dê  pirsgirêkan çareser neke, berevajî dê kûrtir bike û got: “Em ê li dijî dîktatoriyê mil bi mil têkoşîn û piştevaniyê mezintir bikin.”   Halkevlerî, derbarê hilbijartina Serokkomarî û serdema 27'emîn a parlamenteriyê ya di 24’ê Hezîranê pêk hat d e, daxuyaniyek nivîskî weşand. Halkevlerî, di daxuyaniya da de wiha got: “Koalîsyona AKP û MHP’ê dê nekare, krîzên polîtîk, civakî û aborî yên li welat çareser bike, berevahî dê krîzên heyî kûrtir bike. Ev tîfaqa bi tu awayî nikare pirsgirêkên gelan çareser bikin. Têkoşîna sosyalîzmê encex karibe li dijî faşîzmê pirsgirêkên gelan çareser bike. Em ê li dijî dîktatoriyê mil bi mil têkoşîn û piştevaniyê mezintir bikin. Em ê li ser vê axê xeta wekhevî, azadî, laiklik û aştiyê ava bikin. Ev hesreta bi mîlyonan  kesên li welat dijîne. Em ê heya  dawiyê vê erke xwe cih bînin. Dîktator dê winda bikin û gel dê qezenc bikin.”