‘Têkoşîn ji nû de dest pê dike’ 2018-06-26 16:27:07   ÎZMÎR - Sekretera Şaxa Halkevlerî ya  Îzmîrê Evrîm Çakir, diyar kir ku HDP’ê ligel hemû zextan jî karî bendê derbas bike û got: “Em bawer dikin ku em ê bi hev re karibin dîktatoriya yekzilamî rawestînin. Têkoşîne  her mezin nû dest pê dike.”   Sekretera Şaxa Halkevlerî ya Îzmîrê Evrîm Çakir, encamên hilbijartina 24’ê Hezîranê nirxand û wiha axivî: “HDP ligel hemû astengî û zextan jî karî bendê derbas bike û di parlamentoyê de cih bigire. Ev girîng û krîtîke. Nemzetên sosyalîst nûnerên gelê Kurd ketin meclîsê. Ewlekariya namzetên sosyalîst bêguman muxalifetiya kolan bû. Lê me berê jî gotibû bi tena serê xwe serkeftin ne pêkane. Gel ligel hemû tiştê rabûn ser piyan, xebatên hilbirtinê bi rêve birin û bûn sedem ku HDP bendê derbas bike. Me gotibû ‘Xwediyên memleket ên rast emin.’ Îro jî emê hemû bi hevre dest bi vê yekê bikin.”    'TÊKOŞÎN NÛ DEST PÊ DIKE'   Çinar, da zanîn ku Erdogan dê nekare bi rehetî welat bi rêve bibe û wiha got: “Ji bo hemû gel, fikrên siyasî û baweriyên hevpar lihev kom bibin emê hemû tiştî bikin. Em bawer dikin ku emê bi  hevre dîktatortiya yekzilamî rawestîn in. 24 Hezîranê ji bo vê yekê dest pêke. Têkoşîna herî mezin nû dest pêke.”