MYK’a HDP’ê ji bo rojeva hilbijartinê kom bû 2018-06-26 16:53:56 ENQERE - HDP ji bo encamên hilbijartinê yên tê de bû partiya sêyemîn a Tirkiyeyê binirxine, kom bû.    Lijneya Rêveberiya Navenda (MYK) a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo encamên hilbijartinê binirxîne kom bû. Civîn li navenda giştî ya partiyê pêk hat. Hevserokên Giştî yên Partiyê Pervîn Buldan û  Sezaî Temellî beşdarî civînê bûn û rojeva civînê hilbijartine. Li bendêye ku encamê nîqaşan sibe bê ragihandin. Di heman demê de, dê sibe jî encamên civînê bi Meclîsa Partiyê (PM) jî bê nirxandin.     Roja Pencşemê jî, dê li Avahiya Navenda Giştî bi tevlîbûna parlamenterên nû hatin hilbijartin re dê yekem civîna komê ya girtî bê lidarxistin.