Parlamentera HDP’ê Beştaş: Rêbazên Soylu mafyayî ne 2018-06-29 11:06:38   ENQERE - Parlametera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, bersiv da gefên Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylu yên li Pervîn Buldan xwarin û got: “Ev rêbazê mafyayê ne. Bila hemû kes baş zanibe, em ê tu carî li hemberî gefên wiha bêdeng nemîn in.”   HDP k udi hilbijartina 24’ê Hezîranê de bû partiya mezin a sêyemîn a Meclîs, li Sêrtê 77 deng girtin û bû partiya yekemîn. Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş ku li bajêr hat hilbijartin, bersiv da gefên Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylu yên li Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan xwarin.    Beştaş, diyar kir ku ligel hemû polîtîkayên êrîşkar ên heyî jî di sindoqan de peyameke pir girîng derket holê û wiha axivî: “Teqez Tirkiye bê HDP nabe. Hemû dengê ji bo HDP’ê hatin dayîn li dijî polîtîkayên şer ên AKP’ê ne. Em jî di ferqa peywirdariya ji bo me  hat dayîn dene. Emê vê erka heya dawiyê binin cih. AKP’ê deng winda kirin. AKP’ê ji bo MHP’ê xebitî. Bi taybetî dengên leşkeran, bi kombînasyonak cuda dengê MHP’ê zêdetir kirin. Li dijî hemû plan û polîtîkayên cuda dê têkoşîna me berdewam bike.”    ‘SOYLU HEWL DIDE LI SER ME BIBE XWEDÎ MEQAM’   Beştaş bersiva da gefên Wezîrê Karê  Hûndir Suleyman Soylu yên li Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan xwarin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev rêbazê mafyayê ne. Bila hemû kes baş zanibe emê tu carî li hemberî gefan bêdeng nemîn in. Dixwaze erka xwe li ser me û bi gef li me xwarinê pêk bîne. Soylu hewl dide li ser me bibe xwedî meqam. Dixwaze vê rêyê ji bo xwe veke. Lê bila baş zanibe ji vê derê ji bo wî nan dernakeve.”   MA / Berîvan Altan