Temellî: Erdogan dê hin bêtir serî li zextan bide 2018-07-06 12:13:50   ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî bal kişand ser aboriyê û got: “Rejîma Erdogan civakê feqîr dike û xwe li ser piya digire. Rejîma wî ji îro pê ve dê bêtir serî li zextan bide.”    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî hilbijartinê civînên xwe dewam dike. HDP’ê li navenda xwe ya giştî civîna xwe bi hevserokên bajaran re dewam kir. Civîn bi serokatiya Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî hat lidarxistin û li ser pêvjoya pêşiya me nîqaş hatin kirin.    ‘BEND HILWEŞIYA’    Beriya civînê Temellî daxuyanî da û bibîr xist ku wan hilbijartina 24’ê Hezîranê li pey xwe hişt û got: “Kurtasiya mijara hilbijartinê tevî hemû astengî û zextan jî HDP li parlamentoyê ye. Gelan got bê HDP nabe û bendan hilweşand.”    ‘EV TABLO NE LI GORÎ DILÊ TU KESÎ YE’    Temellî diyar kir ku hilbijartin di bin siyas OHAL’ê de pêk hat û wiha got: “Em di bin zext û zordariya OHAL’ê de çûn hilbijartinê. Tabloya herî bi êş jî li Pirsûsê qewimî. Sê mirov li Pirsûsê hatin qetilkirin, lê kesek nehat binçavkirin. Dozger dibêjin ku lêpirsîn didome lê bes heta niha sûcdarek nehatiye girtin. Her tişt li ber çavê her kesî pêk hat. Sûcdar jî pir aşkere ne, lê ser bûyerê digirin. Wezîrê Karê Hundir jî li holê ne. Ji bo ji nû ve bibe wezîr gefan li hemû beşên civakê dixwe û gefên wî didomin. Dixwaze bi gefan cihê xwe qewîn bike. Li şûna wezîr sûcdaran derxe holê, lê xebatên xwe yên wezîriyê veguherand xebatên hilbijartinê. Em di van şertan de ji atmosfera hilbijartinê derketin. Tenê ne zext dek û dolabên wan jî di dewrê de bûn. Encama vê tabloyê ne bi dilê kesî ye. Encamên li Colemêrg û Şirnexê ku bi bandora garnîzonê derketin holê hemû tiştî bi zelalî datîne ber çavan.”    ‘PERGALA SEROKOMARIYÊ PÊŞIYA AŞTIYÊ DIGIRE’    Temellî anî ziman ku ev serdema pêşiya wan dê HDP hin bêtir xûrt bibe û wiha dewam kir: “Em ê bêtir têkoşîna demokrasiyê bidin. Wê têkoşîna me hem li parlamento û hem jî li derveyî parlamentoyê bidome. Em ê bi her awayî li dijî feraseta desthilatdariyê ya OHAL’ê derkevin. Heta OHAL û KHK rabin û pergala parlamenteriyê ya demokratîk pêk bê em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Di her warî de heta demokrasî bê avakirin dê ev rêwîtiya me dewam bike. Pergala Serokomariyê ya li Tirkiyeyê derket holê pêşiya aştî û demokrasiyê digire. Wa tabloya aboriyê li ber çavan e. Reqamên enflasyonê welat ber bi ku ve dibin xuya ye. Rejîma Erdogan civakê feqîr dike û xwe li ser piya digire. Rejîma wî ji îro pê ve dê bêtir serî li zextan bide.”      Temellî destnîşan kir ku kirîza civakî ku niha diqewime pêşî li mexdûriyetê vedike û desthilatdarî dixwaze vê yekê bi tundî û zextan pêşî lê vebike. Temellî da zanîn ku ne pêkane bi cezakirina sûcdar pêşî li kirîza civakê bê girtin.    ‘LI SÛC NAPIRSIN DARVEKIRINÊ TÎNIN ROJEVÊ’    Temellî bal kişand ser hilbijartinên herêmî ya ku ketiye rojevê û heke hilbijartinek pêşwext pêk were jî hemû amadekariyên rêxistina wan bi lezgînî dê temam bibin. Temellî li ser pirsên rojnamegeran bal kişand ser cezayê darvekirinê û got: “Em li dijî darvekirinê ne. Em ê li dij derkevin jî. Mijara zarokan me hemûyan xemgîn dike. Travmayek civakî diafirîne. Em dixwazin wezareta zarokan bê avakirin. Ji bo sûcê li dijî zarokan tiştek nayê kirin, lê darvekirinê tînin rojevê. Li welatên ku cezayê darvekirinê lê heye, rêjeya sûc danekeve.”