HDP’ê bertek nîşanî KHK da: Nîqaşên rakirina OHAL’ê xeyalîne 2018-07-08 16:23:19   ENQERE -  Hevserokên Giştî yên HDP’ê Buldan û Temellî, bertek nîşanî KHK’a dawî hat derxistin dan û gotin: “Nîqaşên rakirina OHAL’ê xeyalîne.”   Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Sezaî Temellî, derbarê KHK’a Hejmara 701’an a di çarçoveyê OHAL’ê hat derxistin de, daxuyaniyek nivîskî weşandin û bertek nîşan dan.    ‘ROJNAMEYAN WELAT Û OZGURLUKÇU DEMOKRASÎ GIRTIN’   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “18 hezar û 632 perrsonel ji kar hatin avêrtin. Rojnameyên Ozgurlukçu Demokrastî, Welat, Halkin Nabzi û 12 komele hatin girtin. Dîsan li Mêrsîn, Wan, Bedlîs, Mêrdîn û Rihayê endamên Egîtim Sen û SES’ê ji kar hatin avêtin. Bi KHK’a dawî akademîsyenên aştiyê jî ji kar hatin avêtin. Hejmara akademîsyenên ji kar avêtin derket 404’an. Lê li holê ne dadgehek û ne jî belgeyek heye ku van kesan ji kar bavêjin.    'YEKEM PÊNGAVA SERDAMA NÛ ÎXRAÇ Û BINÇAV KIRIN BÛN’   Gaşo dibin navê serdema nû de, bi îxraç û binçavkirinan yekem pêngav avêtin. Binçavkirin û girtinênm xwendarên ODTU ne sürpriz bû. Nîqaşên rakirina OHAL'ê xeyalîne.”      BANGA TÊKOŞÎNA DEMOKRASIYÊ   HDP’ê di dawiya daxuyaniyê de banga têkoşîna demokrasiyê kir û wiha got: “ Hesabên Serokê Giştî yê AKP û Serokkomar, bi kesên koletiya wan na kirin re, bi dawî nabe. Îro têkoşîna demokrasî, hiqûq û edalet ji hemû deman girîngtire û pêdivî heya ku bê mezinkirin. Divê kesên li dijî operasyonên koalîsyona desthilatdariyê bên gel hev û bi hevre têkoşîna demokrasiyê bi rêve bibin.”