Ocalan a HDP'î cînayeta Helîn Palandoken ji meclîsê pirsî 2017-10-18 11:58:50 ENQERE - Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan cînayeta Helîn Palandoken anî rojeva meclîsê û xwest wezîr Fatma Betul Sayan Kaya heta niha li dijî cînayeta jinan polîtîkayên çawa pêş xistine aşkere bike.  Parlamentera HDP'ê ya Rihaye Dîlek Ocalan, cînayeta Helin Palandoken a 17 salî ku ji aliyê Mustafa Yetgin ve hat kuştin bir rojeva meclîsê. Ocalan kuştina Helîn Palandoken ji Wezîra Polîtîkayên Malbat û Civakê Fatma Betul Sayan Kaya pirsî. Ocalan diyar kir ku di 9 mehên 2017'an de mêran 211 jin û zarok qetil kirine. 64 jin rastî îstîsmara zayendî hatine. 190 jin rastî tacîzê hatin. 258  zarokên jin rastî îstîsmara zayendî hatin. 306 jin rastî tundiyê hatin. Ocalan destnîşan kir ku ji bo tundiya li dijî raweste û dawî li cînayetan bê hikûmet tu polîtikayan pêş naxe û ev pirs ji wezîr Kaya pirsîn.    “* Wezareta we dê doza Helin Palandoken bişopîne?    * Li Tirkiye ya ku rojê jinek tê kuştin, hûn kuştina jinan ku asta hatiyê çawa şirove dikin?    * Bi kuştina Helîn Palandoken derket holê ku dîsa çekên bê rûhsat bi hêsanî tê peyda kirin. Der barê vê yekê de xebatên we çine?    * Tu xebatên wezareta we ya der barê komkirina daneyên cînayetên jinan heye? Ji destpêka sala 2017'an heta niha çend jin ji aliyê mêr ve hatin kuştin? Ger ku xebatek we wisa hebe hûn çima bi cemaweriyê re parve nakin?    * Di vê pêvajoyê de çend kujer rastî ceza hatin. Çend kujerên mêr rastî daxistina ceza hatin?    * Ji bo rê li pêş kuştina jinan a ji aliyê mêr ve bê girtin we heta niha çi kiriye û hûn dê çi bikin?    * Berpirsiyariya xala 6284'an a Qanûnê û hewcedariyên peymana Navneteweyî hûn çiqas pêk tînin. Ji bo hûn vê berpirsiyariya xwe pêk bînin hûn çi dikin?    * Heta niha ji bo rê li pêş kuştinan bê girtin tu hewldanên zagoni nehatiye girtin. Lê di pêşerojê de dê xebatên we çi bin?"