‘Rewşa Awarte ya mayînde’ li lîjneya giştî ye 2018-07-23 11:06:23   ENQERE – Pêşniyarqanûna ku dê heta 3 salan şûna Rewşa Awarte ya qaşo bi awayekî fermî hatiye rakirin bigire, îro tê Lîjneya Giştî ya Meclisê û dê bê gotûbêjkirin. Heke pêşnûmaqanûn bê qabûlkirin, dê pêkanînên ku ji aliyê muxalefetê ve wek ‘Rewşa Awarte ya Mayînde’ tê penasekirin, dê berdewam bikin.    Li gel ku Rewşa Awarte bi awayekÎ fermî roja 18’ê mehê hat rakirin jî, pêşnûmeqanûna ku heta 3 salan şûna Rewşa Awarte bigire, dê îro bê Lîjneya Giştî ya Meclisê û li serê gotûbêj bên kirin. Heke pêşnûmeqanûn bê erêkirin dê Rewşa Awarte bi rêya qanûnên nû bê mayîndekirin.   ‘WALIYÊN SUPER’   Bi xala yekemîn a pêşnûmaqanûnê dê ji waliyan re ‘Rayeyên Super’ bên nasîn. Li gorî vê yekê walî bi hinceta gumanê, dikarin teketina kesekî ya bajar heta 15 rojan qedexe ango asteng bikin. Dîsa walî dikarin bi rayeyên vê pêşnûmeqanûnê civîn û çalakiyên qanûnî bi awayekî keyfî qedexe bikin. Bi destpêkirina saetên şevê re civînên ku piştî saet 00.00’an bên kirin, divê ji bo lidarxistina civînê ji walîitiyê desdtûr bê xwestin.  Bi pêşnûmeqanûnê pêşnûmaya ravepirsê ku derbarê wezîran de dihat dayîn, tê rakirin û bi destûrê serokkomar dikare derbarê wezîr û alîkarên serokkomar de lêpeirsîn bê destpêkirin.   Dema binçavkirinê ya 24 saetan dertê 48 saetan û ji bo sûcên ku bi awayekî komî hatine kirin jî dertê 4 rojan. Heke pêwîst bike dema binçavkirinan dikare 2 caran bê dirêjkirin û dema 48’an dertê 6 rojan û dema ji bo sûcên komî jî 4 rojan dertê 12 rojan.    DÊ ÎXRACKIRIN NAYÊN RAWESTANDIN   Dema Rewşa Awarte de bi giştî 140 hezar kes ji karên xwe yên cemaweriyê hatin îxrackirin, bi pêşnûqanûnê pêşiya îxrackirinan tê vekirin û dê îxrackirin wekî dema Rewşa Awarte berdewam bikin. Akademîsyenên ku hatin îxrackirin dê nikaribên vegerin saziyên xwe. Her wiha kesên ku bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnê de (KHK) hatin îxrackirin û kesên ku piştî pêşnûmeqanûnê bên îxrackirin jî nikaribin vegerin karên xwe yên berê.  Polîs û leşkerên ku hatine îxrackirin jî dê nikaribin vegerên peywirên girîng û navendên lêkolînan.     DEMA REWŞA AWARTE YA MAYÎNDE!   Piştî erêkirina pêşnûmaqanûnê Rewşa Awarte ya ku rabû dê bi rêya qanûnan bê mayîndekirin. HDP û CHP’ê  şerha muxalefetê pêşkêjî pêşnûqanûnê kirin.     Di şerha HDP’ê de ev tişt tê gotin: “Rewşa Awarte bi pêşnûmeqanûnê wekî ku di makeqanûnê de hatiye tarîfkirin êdî jî bergiriyê dertê û dibe usûleke esas a rêveberiyê. Bi 25 xalan bi giştî di 15 qanûnan de tê pêşniyarkirin ku guhertin pêk were. Van guhertinan rayeyên ‘Waliyên Super’ tîne bîra mirovan û li şûna maf û azadiyan feraseta ewlehiyê derdixe pêş.    HUQÛQA DARBEYA SIVÎL   Di şerha CHP’ê de jî ev tişt tê gotin: “Li şûna birînên ku Rewşa Awarte di demokrasî û pergala me ya huqûqê de çêkiriye derman bikin, em îro destpêka pêvajoyeke hin xerabtir dijîn. Pergala ku dixwazin bikin meriyetê bin her awayî huqûqa darbeya sıvîl e. Dema ku mirov, pergala piştî hilbijartinên 24’ê Hezîranê bi biryarnameyên serokkomariyê ket meriyetê, digire destê dibîne ku bi awayekî lez û bez pergala meya huqûqê û rêxistinbûyîna dewletê têk diçe.”