Temellî: Yên gef li malbata Şenyaşar dixwin bixin ber lêpirsînê 2018-07-23 15:03:36 AGIRÎ – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî li Agiriyê axivî û got: “3 hevalên me li Pirsûsê li ber çavê hemû kesî qetil kirin. Malbat neçar ma ji Pirsûsê koç bike. Ez carek din bang li dozgeran dikim, wezîfeya xwe bikin. Kî gefan li Emîne Şenyaşar dixwe lêpirsînên pêwîst bidin destpêkirin.”    Hevserokêr Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî li gel parlamenterên HDP’ê Habîp Eksîk, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Zuleyha Gulum û Hasan Ozguneş pişî kampa li Wanê berê xwe dan Agiriyê. Heyeta HDP’ê ewil çûn navçeyên Panos û Dutaxê. Gelê navçeyan heyetê pêşwazî kir. Temellî û heyeta pê re pişt re derbasî navenda Agiriyê bûn û esnafên li Meydana Tahîr Elçî ziyaret kirin. Gel eleqeyek mezin nîşanî heyetê dan. Pişt re heyet derbasî avahiya HDP’ê ya bajêr bû û Temellî li vir xîtabî gel kir. Temellî diyar kir ku ew ji pêvajoya hilbijartinê ve nehatine Agiriyê û ji bo serkeftina gelê Agiriyê ya hilbijartina 24’ê Hezîranê pîroz kir.    'OHAL DÊ MAYÎNDE BIBE’    Temellî anî ziman ku di bin şertê OHAL’ê de hilbijartina 24’ê Hezîranê bi her cûre dek û dolaban pêk hatiye û got: “Bi walî, qeymeqam, polîs û leşkerên xwe kampanyaya hilbijartinê birêve birin. Bend danîn pêşiya me, lê me bi hev re hilweşand. Em bi koma herî hêzdar a mezin temsîliyeta Tirkiyeyê çûn Meclîsê. Li dijî vê îktîdara zilmdar di sindoqan îradeya gel derket. Ya esas ne Meclîs û hilbijartin e, ya esas têkoşîn e. Beriya hilbijartinê û piştî hilbijartinê jî têkoşîna azadî, aştî û demokrasiyê bi me didome. Îro dibêjin ‘OHAL rabûye’ lê li Meclîsê yasaya OHAL’a nû tê dîtin. Beriya niha bi 3 mehî dirêj dikirin, niha dê OHAL’ê 3 sal dirêj bikin. Dixwazin rewşê wiha asayî bikin. Em ê li dijî vê OHAL’ê jî nerazîbûnên  xwe bînin ziman. Em ê li tax, kolan, kargeh û bajarên û li her deverê li dijî vê pergala OHAL’ê û faşîzmê têkoşîna xwe mezintir bikin.”    ‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIRÊXISTIN BIKIN’    Temellî destnîşan kir ku dê 67 parlamenterên HDP’ê li her devera Tirkiyeyê bin û wiha axivî: “Em dengê gel in. Em ê li dijî faşîzmê vê têkoşînê bi hev re rêxistin bikin. Wekîlên me di navbera gel û parlamentoyê de pir in. Em ê li her deverê bi wekîlên xwe re rêxistinbûyînê bikin. Em ê li cem hemû mexdûrên vê pergalê cih bigirin û xebatne xwe yên rêxistinê birêve bibin. Em ê ba hêzên demokrasiyê xebat û têkoşînê bikin. Em di rojên tarî de derbas dibin, ên vê parçe bikin jî em in. Em ê bi soza me daye cangoriyan û hêza me ji wan girtiye rêya xwe bidomînin.”    JI BO PIRSÛSÊ BANG KIR    Temellî der barê êrîşa li ser malbata Şenyaşar a li Pirsûsê de jî axivî û wiha got: “Li ber çavê hemû kesan 3 hevalên me li nexweşxaneyê bi awayekê hovane qetil kirin. Li ber çvê walî û personelên nexweşxanê hatin qetilkirin. Ligel ku hemû bersûc diyarin jî, lê kesek bi tenê jî nehat binçavkirin. Wezîrê Karê Hûndir derdikeve hemû kesan sûcdar dike û heqaret dike. Xwest me sûcdar nîşan bide û bi vî awayî ser sûcên xwe bigire. Gelo qatilên van 3 hevalên me li ku derê ne? Vaye niha dîsan gefan li malbatê dixwin. Malbata neçar ma ku ji Pirsûsê bar bike. Ez dîsan bang li dozgerên vî welatî  dikim, peywira xwe bînin cih. Ger li holê sûcek hebe, divê lêkolin bike, lêpirsîn û dozê veke. Li holê ne sûcek 3 sûc hene. We derbarê van de tiştek nekir. Divê hûn derbarê kesên gef li Emîne  Şenyaşar dixwîn de jî lêpirsînê vekirin.”   ‘DIJMINATIYA KURD BINGEHA KRÎZAN E’   Temellî bal kişand ser krîza aborî ya di rojevê de ye û got: “Krîzên aborî, siyasî û civakî hemû bi hevre tên jiyîn. Ev desthilatdar, ji ber hirsa di desthilatdariyê de bimîne, ev welat ber bi hilweşînê ve bir. Em hatin Agiriyê. Min pirsa pirsgirêka herî mezin a Agiriye çiye, kir? Ji min re gotin bêkarî, cotkarî û sewalkariyî ber bi qedandinê ve diçin.  Ji neçarî salê 30 hezar mirov ji Agiyê koç dikin. Heman pirsgirêk li Colemêrgê, Şirnexê, Bedlîsê û Mêrdînê jî tên jiyîn.  Hikûmeta ku mecbûre çareseriyê bibîne, hîn zêdetir êrîş dike û gel xizan dike. Li ser vî şerî desthilatdariya xwe dide jiyîn. Em dixwazin ev xizantî bi dawî bibe, mafê cotkar, karker û sewalkaran bê parastin. Weke ku hemû kes jî dizane dijminantiya gelê Kurd bingeha krîzan ava dike. Dawî li şer û xizantiyê anîn di destê me deye. Em ê bi hevre têkoşîna aştî û demokrasiyê bilind bikin û  bi ser bikevin. Me çawan di 24’ê Hezîranê de benda hilbijartinê hilweşand, emê di serdema nû de jî bi bilindkirina têkoşînê vê desthilatdariyê ji holê rabikin.”      Temellî piştî hevdîtina li Agiriyê tê payîn derbasî Îdirê bibe.