Endama berê ya PM’a CHP’ê Onanç: Polîtîkayên CHP’ê ji gel re nabe hêvî 2018-07-27 09:07:04   STENBOL - Endama berê ya PM’a CHP’ê Gulseren Onanç da zanîn ku CHP nikare polîtîta helberîne û got: "Polîtîkayên CHP'ê êdî hêvî nadin gel. Hêvî dikim ku di pêvajoya komcivînê de ne tenê guhertina serokê partiyê, pergala partiyê divê ji binê de biguhêre."    Piştî hilbijartina 24’ê Hezîranê di Partiya Gel a Komarê (CHP) de pirtir pirsgirêkên navxweyî tên nîkaşkirin. AKP jî di ber de her roj zaguneke ‘nû’ derdixe û pergala xwe birêxistin dike. Di nav hengameya nîkaşên navxweyî yên CHP’ê de zagonên ku AKP amade dike û tîne Meclîsê hêsantir tên qebûlkirin. Di nava CHP’ê de bertekên li ser vê zêde dibin û tê diyarkirin ku CHP bi zanîn derî li derketina van zagonan vedike. Her wiha krîza darxistin û nedarxistina komcivîna CHP’ê jî berdewam dike.    Endama berê ya Meclîsa Partiya (PM) CHP’ê Gulseren Onanç a nîqaşên navxweyî yên CHP’ê ji nêz ve dişopîne, derbarê mijarê de nirxandin kir.     'HERKES TEMAŞE DIKE'   Onanç, diyar kir ku wan nizanibûn Referanduma 16’ê Nîsanê û hilbijartina 24’ê Hazîranê dê rê li ber kîjan pergalî veke û wiha axivî: "Karwana pergalê xwe bi rêde çêkir. Saziyê dewletê rewşên xwe yên taybet windakirin. Ji aliyê pergala serokatiyê ve hatin peywirdarkirin û bi pergala serokatiyê ve hatin girêdan. Ev jî bi xwe re herdiçe pergaleke navendî ya hişk ava dikin. Pergala nû ya ket meriyetê fikar çêkirina Serokkomar û komeke biçûk a derdora wî ye. Heta, agahiya wekîlên AKP’ê yên  Meclîsê de jî, ji avakirina vê pergalê nebûn. Hemû kes tenê ev yek temaşeyê kirin.”   'MUXALEFETA KU ÇARESERIYA ŞÊNBER VEGOT Û DANÎ HOLÊ'   Onanç, anî ziman ku pêwîstî pê heye partiyên siyasî, rêxistinên sivîl, kesayetên aktîf û rojnameger serê xwe li ser vê rewşê biêşînin û rêbaza çewaniya muxalefeta ku pêk bê tespît bikin. Onanç da zanîn ku di vir de peywira giran dikeve ser mile partiya muxalif a mizin CHP û wiha pêde çû: “Dest pê kê de rewş bê famkirin, baş û xirabê pergalê çiye bê hînbûn ku raya giştî li gor vana jî bê agahdarkirin. Muxalefeta ku pergalê famke, pêşengiya wî bike û bi gel bide qebûlkirin dê bi ser bikeve.”    'MUXALEFETA KÊM BU BINGEHA LEWAZ'    Onanç, da zanîn ku doza wê ya bingehîn a siyasî ev bû ku Wezareta Malbat, Xizmetguzariya Civakî û Karkeriyê li gor wekheviya zayendiya civakê bê birêxistinkirin û wiha rêz kir: "Îro ev wisa nameşe. Her diçe berovajiyê vê xwe birêxistin dike. Ji bo ku pêşî li vê rewşê bê girtin jî divê muxalefeteke xurt bê avakirn. Ne muxalefeta xurt be ne pêkane pêşiya vê rewşê bê birîn. Ji xwe muxalefeta kêm a bêkêr ji AKP’ê re bû bingeh ku xwe li gor daxwazên pergala Serokomariyê birêxistin bike.    'CHP NIKARE BIBE HÊVÎ BALA BIGUHÊRE'   Onanç, rexne li partiya xwe kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “CHP nikare polîtîka bike. Êdî nabe hêvî û gel jê feyzê nagire. Guherîn ferze. Lê divê ev guherîn ne weke guherîna serokê partiyê be. Divê partî weke pergal ji binî ve bê guhertin. Hêvî dikim ku di pêvajoya komcivînê de ev yek pêş bikeve.”    MA / Necla Demîr