Xwestin Meclis li Îmraliyê lêkolînê pêk bîne 2017-10-19 14:44:38   ENQERE - HDP'ê der barê rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de daxwaza Lêkolîna Meclisê kir.   Wekîlê HDP'ê yê Wanê Nadir Yildirim, tecrîda li ser Rêberê PKK'ê bir rojeva Meclisê. Yildirim pêşnûmeya lêkolînê da Serokê Meclisê, wekî hinceta ev tişt da nîşan: "Di 5'ê Nîsana 2015'an vir ve li ser Birêz Abdullah Ocalan tecrîdeke bê dawî tê meşandin. Di 27'ê Sibata 1999'an de bi biryara Wezareta Parastina Neteweyî ya ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin de, Girava Îmraliyê û derûdora wê di dereceya 2'yemîn a bejahî, derya û hewayî de wekî qada leşkerî hatiye îlankirin, piştre bi awayekî dij qanûnê hemû kar û barên der barê Girava Îmraliyê de dewrî Wezareta Edaletê hatin kirin, ev jî ji Navenda Rêveberiya Krîzê û Buroya Ragihandinên Krîzê ya Îskeleya Mudanyayê re hat hiştin."   Yildirim di daxwaznameyê de ev tişt got: "Tecrîda li Girava Îmraliyê li dijî Birêz Abdullah Ocalan; di çarçoveya hilbijartinên TBMM'ê, hilbijartinên herêmî û Serokomariyê de bi hev re tên meşandin, bi vê ve girêdayî tecrîd bi awayekî kûr tê şidandin. Birêz Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011'an vir ve bi parêzerê xwe re, di 11'ê Îlona 2016'an vir ve jî bi malbat û tu kesî re hevdîtin pêk neanî ye. Divê der bare tecrîda li Îmraliyê de an ji malbat, parêzer û an jî ji heyetê hin kes biçin Îmraliyê, di vê çarçoveyê de divê Lêkolîna Meclisê bê vekirin."